MYK'ya DEM Partiyê kom bû
- 11:19 9 Mijdar 2026
- Rojane
ENQERE- MYK ya DEM Partiyê, bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bi rojeva rewşa heyî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û nîqaşên der barê Komara Demokratîk de kom bû.
Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan civiya. Rojeva MYK'ê ya ku li Navenda Giştî ya DEM Partiyê kom bû, rewşa heyî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, geşedanên dawî yên rojevê, nîqaşên di dawiya hefteyê de di civînên DEM Partî û Meclisa Partiyê de hatin nîqaşkirin, hevdîtinên budçeyên yên li Meclisê, kampanyaya Ji Bo Nan Aştî û Edaletê Budçe ya DEM Partiyê, nîqaşên xwenûkirinê, Komara Demokratîk bin.







