Li Senegalê keştiya koçberan noqî binê avê bû: Hejmara qurbaniyan gihîşt 35 kesî
- 11:03 9 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li peravên Kebemer ê li bakurrojavayê Senegalê ji ber binavbûna keştiya ku koçber tê de bûn herî kêm 35 kes mirin, kesek hate rizgarkirin. Ji bo dîtina windahiyan karê lêgerînê dewam dike.
Li gorî agahiyên ku tîmên arkujiyê yên Senegalê ji AFP'ê re ragihand, roja Înê li peravên Loumpoulê di karesata keştiye de hejmara qurbaniyan êvara Yekşemê gihîşt 35'an. Rayedaran diyar kirin ku bîlanço dibe ku girantir bibe. Di bîlançoya beriya niha de hatibû ragihandin ku 21 kesî jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku piraniya kesên jiyana xwe ji dest dan welatiyên Senegalê bûn.
Serokkomarê Senegalê Bassirou Diomaye Faye anî ziman ku ji bo dîtina windahiyan, alîkariya bi rizgarkiriyan û piştgiriya ji bo malbatan hemû derfetên dewletê hatine seferberkirin. Tê payin ku Wezîrê Karên Hundir roja Duşemê serdana herêmê bike.







