'Ji bo jiyaneke azad dakevin qadan'

  • 09:06 9 Mijdar 2026
  • Rojane
AMED - Li Amedê dê bi dirûşma “Bi hêza cewherî û bi vîna azad, niha dema jinê ye” 25'ê Mijdarê bê pêşwazîkirin. Jinên ku ji ajansa me re axivîn diyar kirin ku dê ji bo azadî û jiyaneke wekhev dakevin qadan û têbikoşin. 
 
Her ku 5'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan nêz dibe, tundî û kuştinên li ser jinan berdewam dikin. Li gorî statîstîkên tundiyê ya meha Cotmehê yên ajansa me JINNEWS'ê, 19 jin û 2 zarok hatine kuştin, her wiha 18 jin û 6 zarok bi guman mirine.
 
Her çiqas kuştinên jinan berdewam dikin jî, li şûna polîtîkayên pêşîgirtina li tundiyê û parastina jinan, sepandina polîtîkayên li ser malbatê, dibe sedema nerazîbûnê. Jin jî amadekariyan dikin ku li dijî van polîtîkayan têkoşîna xwe ya ji bo jiyaneke azad û wekhev xurt bikin. Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di çarçoveya 25'ê Mijdarê de bi dirûşma “Bi hêza cewherî û bi vîna azad, niha dema jinê ye” çalakiyan li dar dixe.
 
Li Amedê bi daxuyaniyeke çapemeniyê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê hat dayîn. Jinên ku beşdarî daxuyaniyê bûn ji ajansa me re axivîn û bal kişandin ser polîtîkayên dewletê ya li hemberî jinan û gotin: "Em bang dikin ku di 25'ê Mijdarê de jin derkevin kolanan. Divê em têkoşîna xwe ya ji bo jiyaneke azad û wekhev li her deverê xurttir bikin."