'Ji bo aştiyeke mayînde divê dawî li polîtîkayên ewlehiyê bên'
- 09:02 9 Mijdar 2026
- Rojane
Melîke Aydin
STENBOL - Hêlîn Batar ku piştî rapora Navenda Bîrê ya daxwaz û pêşniyarên çareseriyê yên ji bo aştiyê dihewand da zanîn ku ji bo jin û ciwan di mekanîzmayên biryarê de cih bigirin divê azadiya fikr û raman û rêxistinbûnê bikeve bin ewlehiyê.
Navenda Heqîqet, Edalet û Bîrê rapora ‘Ji bo Aştiyê Ciwan:Ji bo aştiyeke mayînde pêşniyar’ amade kir û daxwaz û pêşniyarên ciwanan yên der barê pêvajoyê de danî holê. Hêlîn Batar ku tevli xebatê bû, da zanîn ku ji bo avakirina aştiyê divê dawî li polîtîkayên ewlehiyê bê anîn, newekhevî ji holê bên rakirin.
‘Divê newekhevî bên rakirin’
Hêlîn Batar da zanîn ku aştî ne tenê bidawîbûna pevçûnan e û got: “Ji bo avakirina aştiyê divê hemû newekhevî bên nirxandin û bi cureyên tundiyê re bên rû hev. Divê polîtîkayên ewlehiyê bên rakirin. Li Amed û Dêrsîmê li zanîngehan bi polîtîkayên ewlehiyê dixwazin dîzayn bikin û unîformayî tundiyê li jinan dikin.”
‘Ziman hebûna civakê ye’
Hêlîn Batar anî ziman ku divê azadiya fikr û ramanê û rêxistinbûnê bikeve bin ewlehiyê û got: “Mirov bi zimanê dayikê hene. Xespkirina wî mafî tê wateya tunekirina mirov. Ji ber vê jî divê her kes bi ziman û çanda xwe hebe. Divê zimanê Kurdî ne tenê dersa bijarte be. Divê li hemû qadan mafê zimanê dayikê bikeve bin ewlehiyê. Divê zarok bi zimanê xwe dersê bibînin. Mafê zimanê dayikê tenê Kurdan eleqeder nake. Ji bo hemû gelan ev derbasdar e. Divê zimanê hemû gelên din yên li Tirkiyeyê dijîn bikeve bin ewlehiyê.”
‘Divê tundiya li ser jinan bê dîtin’
Hêlîn Batar destnîşan kir ku di dema pevçûnan de binpêkirinên mafê mirovan yên giran hatine jiyîn û ji bo aştiyeke mayînde divê ev hemû bên belgekirin, berpris bên cezakirin û wiha got: “Heta bi paşerojê re rûhevhatin tunebe edalet jî ne pêkan e. Hewcedarî bi mekanîzmayên ji mîlîtarîzm û baviksalar dûr ên van binpêkirinan dike belge, derdixe holê heye. Divê binpêkirinên mafan yên li ser jinan bên dîtin. An jî aştiyeke mayînde ne pêkan e. Di dema pêvajoya aştiyê de jî tundî, destdirêjî didome. Divê bi rêxistinên jinan yên xebatên rapor û belgeyan dimeşînin re xebat bê meşandin. Ji welatên cuda tecrubeyên dadgehên jinan hene. Ev dadgeh ne alternatîfa mekanîzmayên dadgehên fermî ne. Berovajî vê hedef dike ku feraseta edaleta serdestiya mêr biguherin.”
Kota bi tena serê xwe têr nake
Hêlîn Batar daxuyakirin ku di mekanîzmayên biryargirtinê de divê nûneriya wekhev hebe û pêkanînên wekî kota û hevserokatî girîng in û got: “Lê ev mekanîzma bi tena serê xwe ne bes e. Tevgera Jinên Kurd tu carê bi kotayê sînor neman. Divê newekheviyên tên kirin li ber çavan bên dîtin. Krîmînalîzekirina rêxistinbûn, fikr û ramanê pirsgirêkek cidî ye. Şert û mercên bê ewle yên xebatê, zêdebûna xizaniya jinan û newekheviyên aborî yên LBGBTÎ dijîn, tevlibûna polîtîkayê zehmet dike.”
‘Ciwan ne kirdeyên pasîf in’
Hêlîn Batar di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku yê ku herî zêde ji şer û pevçûnan bi bandor dibin ciwan in û tevî vê ciwan ji derveyê pêvajoyên biryargirtinê tên hiştin û got: “Ciwan pir caran wek kirdeyên pasîf, heta wek alav tên dîtin. Lê ciwan kirdeyên aktîf in û ji ber vê jî divê tevli van pêvajoyan bibin. Di raporê de ciwan raste rast daxwaza pêşniyara meclîseke şêwirmendiyê dikin. Ji bo mayîndebûna aştiyê divê azadî bikevin bin ewlehiyê. Heta ku azadiya fikr û ramanê pêk neyê aştî jî mayînde nabe. Divê aştî bi sererastkirinên hiqûqî sînor neyê girtin.”







