'Karkeriya zarokan bûye pirsgirêkeke kronîk'

  • 09:06 12 Hezîran 2020
  • Zarok

Fîlîz Zeyrek

 
EDENE - Zarokên ji Rihayê ji bo karkeriya çandiniyê bi malbatên xwe re hatin Edeneyê û neçar dimînin bixebitin, ji bo vegerin malên xwe mehên zivistanê dipên. Ji Komîsyona Zarokan a ÎHD’ê ya Edeneyê Ender Aydemîr jî diyar kir ku li Tirkiyeyê karkeriya zarokan bûye pirsgirêkek kronîk û wiha got: “Çareserî ev e ku, yên welat bi rê ve dibin divê li gorî qanûn û peymanên navneteweyî tev bigere.”
 
Di sala 2002'an de ji hêla Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO), 21'yê Hezîranê wekî Roja Têkoşîna li dijî Karkeriya Zarokên Cîhanê hat îlankirin. Bi vê rojê xwestin bal bikişînin ser xebitandina zarokan, êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan. Li gorî daneyên sala 2019'an li tevahiya cîhanê 152 milyon zarok dixebitin û ji sedî 70 zarok bi taybetî di qada çandiniyê de tên xebitandin. Li gorî rapora sala borî ya Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) herî zêde li Efrîka û Asyayê zarok dixebitin. Di sala 2000'an de 246 milyon zarok dixebitin û lê di sala 2016'an de tenê 152 milyon zarok xebitin. Li gorî Dezgeha Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê di neha nîsanê ya sala 2018'an de ji sedî 21,1 zarok di qada kar de cih girt û li gorî daneyê her sal ev hejmar zêde bûye. Dîsa li gorî daneyên Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiyê ya Karkeran (ÎSÎG) di sala 2019'an de 67 zarok jiyana xwe ji dest da û di 5 mehên dawiyê ya îsal de jî 17 zarok dema dixebitin jiyana xwe ji dest dan. 
 
‘Tirkiyeyê taahuda xwe neanî cih’
 
Ji Komîsyona Zarokan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Edeneyê Ender Aydemîr bal kişand ser 'Peymana Çalakiya Lezgîn ya derbarê Rakirina Karkeriya Zarokan de’ a Hejmar 182 a Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) û Peymana Temenê Asgarî ya hejmar 138’an îmze kiriye, lê Tirkiyeyê taahuda xwe neaniye cih.
 
Ender destnîşan kir ku karkerên çandiniyê ji mafên wek tenduristî, civakî û çandî bêpar dimînin û tu ewlehiya wan ya civakî tune û wiha pê de çû: “Mixabin yên herî zêde bi bandor jî dibin jin û zarok in. Me wek komele bi armanca tespîta şertên karkeran, li Edene û derdora wê li gelek kon tespît kir. Me dît ku zarok ji mafên herî sereke yên mirovahî fêdeyê nagirin. Zarok ji mafê perwerdeyê bêpar dimînin. Tevî ku 8 sal perwerde ferz e jî zarok nikarin biçin dibistanan. Ancax di vegera bajarên xwe de dibistanê berdewam dikin. Her sal 3-4 meh nikarin biçin dibistanê. Qada jiyanê ya fîzîkî û hawira wan ne baş e. Tevî van neyîniyan zarok li ser erdan dixebitin. Di qanûnên me de zarokên di bin temenê 16’yî de nikarin bixebitin. Yanî qedexe ye.” Enderê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser pirsgirêka karkeriya zarokan û anî ziman ku li Tirkiyeyê ev bûye pirsgirêkek kronîk û wek çareserî jî divê Tirkiye peymanên navneteweyî û qanûnan pêk bîne.
 
‘Ger kar hebûna em ê nehatibana vir’
 
Ligel nîqaşên ku derbarê karkeriya zarokan de didomin jî hêj gelek zarok bi malbatên xwe re ji bo karkeriya demsalî berê xwe didin Edeneyê. Zarok serê sibehê bi malbata xwe şihar dibin û di bin germahiyê de heta avarê tov davêjin, çapeyê dikin, sebze kom dikin û dikin çewalan.
 
F. ya 13 salî diçe pola sêyemîn. F xwendekarek serkeftî ye û diyar dike ku belga takdîrê digire. F. da zanîn ku gelek bêriya dibistan û hevalên xwe kiriye û wiha got: “Li bajarê me kar tune ye. Kar hebûya em ê nehatibana. Min ê jî bi hevalên xwe re bilîstama. Li vir jiyan zehmet e, kar giran e, em diwestin.Pişta min diêşe. Binêrin lingê min bûye birîn, canê min diêşe. Lê ez di vê alîkariyê bidim malbata xwe. Ez rojê 2 an jî 3 çewal pîvaz kom dikim.”
 
‘Rojê 2 çewal pîvaz kom dikim’
 
H. ya 9 salî jî got ewil komkirina pîvazan ji bo wan kêfxweşiyek bû lê êdî ji bo wan zehmet bûye û wiha pê de çû: “Pereyê malbata min tune ye. Divê xwişk û birayên min bixwînin. Em ji bo vê hatin. Gelek germ e. Kon germ in. Ez alîkarî didim malbata xwe. Rojê 2 çewal pîvaz kom dikim. Min dema ewil ji dibistanê belgeya takdîrê girt. Ez ji dibistanê hez dikim. Dixwazim bibim mamoste.”
 
‘Xwezî em ji welatê xwe derneketibana’
 
A. ya 10 salî jî wiha got: “Ez jî wek hevalên xwe yên din alîkarî didim malbata xwe. Rojê çend çewal pîvaz kom dikim. Lê ji bo min rojane tune. Ez bêriya warê xwe dikim. Hêvîdar im zû zivistan bê û ez vegerim welatê xwe û dibistana xwe.”