
Têkiliyên Heyeta Îmraliyê û PDK'ê: Hêviyê dide
- 09:36 17 Sibat 2025
- Rojane
Melek Avci
HEWLÊR - Parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayîgît, derbarê hevdîtinên Şanda Îmraliyê ya bi Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî re hat kirin de wiha got: "Wêneya samîmî û erênî ya di hevdîtina me ya bi birêz Mesûd Barzanî re derket holê, hêviyê da me. Tevkariya birêz Barzanî ya ji bo pêvajoyê dê bibe sedema ruhê yekîtiya netewî jî."
Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya serdanên xwe de yên piştî hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re kir, li Hewlêrê hevdîtinên xwe didomîne.
Di nava heyetê de ji Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê de Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol û Îbrahîm Bîlmez, Hevserdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç hene.
Şanda Îmraliye, bi Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî re civiya. Hevdîtina ku li ofîsa navçeya Pîrman (Selahaddîn) pêk hat saetek û 45 deqîqeyan dewam kir. Piştî hevdîtinê tu daxuyanî nehat dayîn. Îro jî dê bi Neçîrwan Barzanî re hevdîtin bê kir.
Parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît derbarê hevdîtinan de ji ajansa me re axivî.
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bal kişand ser hevdîtinên ku li Başûr tên kirin û got: "Di berdewamiya pêvajoya ku hatiye destpêkirin de heyeta me piştî demeke dirêj bi birêz Ocalan re du serdanên girîng kirin û li gorî pêşniyar û nêrînên wan bi partiyên siyasî yên Tirkiyeyê re hevdîtin pêk anîn. Em niha di çarçoveya van hevdîtinan de ne. Em li Hewlerê ne, rawestgeha me ya ewil birêz Mesûd Barzanî bû. Birêz Mesûd Barzanî bi erênî pêşwaziya şanda me kir. Me der barê pêvajoyê de nêrînên xwe guhert. Me bi wezîfeya xwe fikrên birêz Ocalan ên der barê xwe û vê pêvajoyê de anî ziman."
'Em ê têkiliyê xwe bidomînin'
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, wiha bal kişand ser pêyamên ku hatin dayîn: "Birêz Mesûd Barzanî gelek caran ragihandiye ku ew bi rastî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi rêyên aştiyane û demokratîk amade ne û di vê demê de jî bêyî ti nerazîbûn û nîgeraniyan hemû tiştên ku ji destê wan bê ewê bikin û vê berpirsyariyê hilgirin ser milê xwe. Ev ji bo me pir bi nirx e. Em ê têkiliyên xwe bidomînin. Em di wê baweriyê de ne, hêvî dikin û dixwazin ev pirsgirêk di demek herî kurt de bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bibe û ji bo vê jî têdikoşin. Li ser wê xalê ku rol û erkê birêz Barzanî bilind e, me gotûbêjên xwe berdewam kirin. Diyar kir ku ew ê di çarçoveya vê erk û wezîfeyê de erka xwe pêk bînin."
'Berpirsyarî û erkeke dîrokî ye!'
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dixwaze pirsgirêka Kurd bi diyalog û muzakereyan çareser bibe û wiha dirêjî da xaftina xwe: "Vê pirsgirêkê weke pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiyeyê dinirxîne; Îradeya çareseriyê ye ku hewl dide astengiyên ku nahêlin gel û baweriyan bi wekhevî, azad û di nava aştiyê de bijîn ji holê rake. Fikr û îradeya çareseriyê ya Birêz Ocalan ku tevî sal derbas bûne jî di heman xalê de ji bo aştî, demokrasî û çareseriyê israr dike, ji bo avakirina pêşerojeke demokratîk û azad derfetek e. Parastina vê îradeyê berpirsyarî û erkeke dîrokî ye!”
'Bingeheke aştiyê bê avakirin'
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, da zanîn ku piştî li Hewlêrê hevdîtin qediya dê berê xwe bidin Silêmaniyê: "Di vê eksê de piştî hevdîtinên me yên li Hewlêrê bi dawî bûn, em ê biçin Silêmaniyê û hevdîtinan pêk bînin. Em hêvîdar in ku hevdîtin erênî bin, ji ber ku her axaftineke erênî ya ku em ji vir werdigirin, dê bibe bingehek ji bo avakirina vê aştiyê. Em wê weke kevirekî dîrokî dinirxînin. Ji ber vê yekê hevdîtinên heyeta me xwedî girîngiyeke dîrokî ne; Ji ber ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane ne tenê ji bo Tirkiye û Bakur, ji bo çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn jî wê sûdê werbigire. Êdî dem hatiye ku her kes bê lê û lê bi erkên xwe rabe.
'Bibe sedema ruhê yekitiya neteweyî'
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, daxuyand ku piştî hevdîtinan dê li Tirkiyeyê derbarê mijaran de daxuyarniyek dê bê dayîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hem di pêşwazîkirinê de û hem jî di hevdîtinê de hate gotin ku divê ev pirsgirêk bi temamî bi riyên aştiyane bê çareserkirin û her kes di vê xalê de berpirsyariya xwe bi cih bîne. Birêz Mesûd Barzanî jî diyar kir ku ew ê di vê xalê de çi ji destên tê bikin. Wêneya samîmî û erênî ya ku ji hevdîtina me ya bi birêz Mesûd Barzanî re derket holê, hêviyek da me. Tevkariya birêz Barzanî ya ji bo pêvajoyê dê bibe sedema ruhê yekîtiya neteweyî jî. Piştî hevdîtinan wê heyeta me daxuyaniyekê bide. Dema em vegerin Tirkiyeyê dê daxuyanî ji çapemeniyê re bê dayîn."