
Civîna Şandeya Îmraliyê û YNK'ê bi dawî bû
- 12:01 18 Sibat 2025
- Rojane
Melek Avcı
SILÊMANÎ - Civîna Şandeya Îmraliyê ya li gel Serokê YNK'ê Bafel Talebanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Kubat Talebanî bi dawî bû.
Têkiliyên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku îro li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê dest pê kiribû, li Silêmanî berdewam kir. Şande li Debaşanê (Mala Celal Talebanî) bi Serokê Giştî yê YNK’ê Bafel Talebanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Kubat Talebanî re civiya.
Hevdîtina ku saetekê û 15 deqeyan dewam kir bi dawî bû.