
Şandeya Îmraliyê: Çareseriya pirsgirêka Kurd bandorê li Rojhilata Navîn jî dike
- 12:52 17 Sibat 2025
- Rojane
Melek Avci
HEWLÊR - Keskîn Bayindir li ser navê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kirî daxuyanî da û got: “Çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê wê bandoreke erênî li ser Başûr û Rojhilata Navîn bike."
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku bi du caran bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîti kir, li Hewlêra Herêma Federe ya Kurdistanê bi Serokê Herêma Federe Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir. Endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol û Îbrahîm Bîlmez, Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç jî di hevdîtinan de cih digirin.
Piştî civînê Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, derbarê hevdîtina bi Nêçîrvan Barzanî re daxuyaniyek kurt da.
Keskîn Bayindir wiha axivî: “Me hevdîtinên xwe bi Serok Mesûd Barzanî re dest pê kir, 45 dk berdewam kir. Heyeta me silav û peyamên birêz Ocalan ên têkildarî çareseriyê ragihandin. Îro em bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiyan. Her wiha me silav û ramanên birêz Ocalan ên ji bo pêşxistina pêvajoya çareseriyê ragihandin. Birêz Ocalan girîngiyê dide ramanên Mesut Barzanî û Nêçîrvan Barzanî. Di hevdîtinan de me behsa pêşeroja Kurdan kir. Me behsa wê yekê kir ku çareserî û aştî çawa dikare pêş bikeve û rola aktorên Kurd di vê pêvajoyê de çawa be.
Pirsgirêka Kurd bûye pirsgirêkeke herêmî
Gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn li benda çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd in. Çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê wê bandoreke erênî li ser Bashûr û Rojhilata Navîn bike. Pirsgirêka Kurd bûye pirsgirêkeke herêmî û neteweyî. Hemû hêzên cîhanê behsa çareseriya pirsgirêka Kurd dikin. Lîstikvanên kurd dê rola herî mezin bilîzin. Birêz Ocalan ji bo çareseriyê însiyatîfeke mezin diavêje û hewl dide pirsgirêka Kurd ji zemîna tundî û pevçûnan derxîne qada siyasî û hiqûqî. Ev nexşerêya rê jî dê dawî li kaos û krîza li Rojhilata Navîn bîne.
Gelê Kurd bi hêvî ye
Di hevdîtina me de, nêzîkatî û helwesta rêzdar Nêçîrvan Barzanî gelek baş bû, xwedî helwestek neteweyî bû. Ji ber vê heke pêvajoya li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê li pêş bikeve, ji bo pêşeroja gelê Kurd wê gelek baş be. Hêviya gelê Kurd ji vê pêvajoyê heye. Helwesta hemû hizbên Kurd ew e ku ev pêvajoya çareseriyê pêş bikeve. Di hevdîtina me de rêzdar Nêçîrvan Barzanî jî wê ji bo pêşxistina vê pêvajoyê piştgiriyek mezin bide. Hemû rêxistin û serokên Kurdistanê xwedî helwest in û bawerin ku ev pêvajoya çareseriyê pêş bikeve.
Dawî anîna kaos û krîzan
Gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn li benda çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd in. Çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê wê bandoreke erênî li ser Bashûr û Rojhilata Navîn bike. Pirsgirêka Kurd bûye pirsgirêkeke herêmî û neteweyî. Hemû hêzên cîhanê behsa çareseriya pirsgirêka Kurd dikin. Birêz Ocalan ji bo çareseriyê însiyatîfeke mezin diavêje û hewl dide pirsgirêka Kurd ji zemîna tundî û pevçûnan derxîne qada siyasî û hiqûqî. Ev nexşerêya rê jî dê dawî li kaos û krîza li Rojhilata Navîn bîne.
Piştgiriya ji bo pêvajoyê
Birêz Mesûd Barzanî di vê mijarê de piştgiriyeke mezin da û got ku ew ê piştgiriyê bidin pêvajoyê. Ev du roj in em li Hewlêrê ne, me du hevdîtinên girîng pêk anîn û herdu hevdîtin jî baş derbas bûn. Encamên van hevdîtinan ne tenê ji bo pêşeroja gelê Kurd, ji bo pêşeroja gelên Rojhilata Navîn jî wê girîng bin. Her wiha dê rê li ber çareseriya hemû qeyranan li ser bingehên demokratîk û qanûnî veke. Di vê pêvajoyê de bendewarî û hêviya gelê me çareseriya li ser esasê azadî, aştî û wekheviyê ye. Aktorên Kurd, hemû sazî û rêxistinên gelê Kurd li ser esasê netewî nêzî vê mijarê dibin. Piştgiriya xwe ji bo vê pêvajoyê tînin ziman.
Heyeta me serdana xwe ya li Hewlerê diqedîne û ji wir jî derbasî Silêmanî dibe. Em ê bi Bafil Talebanî û Qubat Talebanî re hevdîtin bikin.
Di dawiyê de jî li ser navê Şanda Îmraliyê em weke mizgîniyekê ji gelê xwe re radigihînin ku em kêfxweş in ku li Hewlêrê bi Serok Mesûd Barzanî û Serok Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk tînin.
Piştî van hevdîtinan wê daxuyaniyeke nivîskî bê dayîn."