Li Bedlîsê mîtîngên hilbijartinê yên bi coş

  • 18:16 29 Adare 2024
  • Ramyarî

BEDLÎS - DEM Partiyê li navçeyên Xelat û Norşîn yên Bedlîsê mîtîng pêk anîn û di mitîngan de banga xwedîderketina li sindoq û dengan hat kirin.

 
Li navçeya Norşîn û Xelat a Bedlîsê di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê de mîtîng pêk hatin.
 
Xelat
 
DEM Partiyê li Xelatê li otogara kevn mîtîng pêk anî. Pankart û flamayên DEM Partiyê hatin daliqandin. Namzetên hevşaredariya DEM Partî ya Xelatê Zelal Yilmaz û Abdulsamet Baycan, parlamenter Huseyîn Olan û Sirri Sakik tevli mîtîngê bûn.
Namzet Zelal Yilmaz axivî û da zanîn ku wan vê pêvajoyê de xebatên xwe bê navber meşandine çûne ber hemû deriyan. Zelalê da zanîn ku wê di 31’ê Adarê de AKP’ê çalê sindoqan bikin. 
Abdulsamet Baycan jî mafê axaftinê girt û destnîşan kir desthilatdarî her deme ji alîgirên xwe re xebitiye û got feraseta wan mirovahiye û wê wisa nêz bibin.
 
Banga xwedîderketina dengan
 
Parlamenterê Bedlîsê Huseyîn Olan jî  der barê ewlehiya hilbijartinan de axivî û got ev ne hilbijartinek normale divê hemû kes xwedî li dengan derkevin.
 
Parlamenterê Agiriyê Sirri Sakik jî axivî û got wê Xelat rêveberiya nû nas bike û got divê êdî pereyên gel ne ji şer re ji aştî û aramiyê re biçe.
 
Mîtîng bi gerandina govendê bidawî bû. 
 
Norşin
 
Li Norşînê jî li ber avahiya DEM Partiyê mîtîng pêk hat. Cianan eleqeyek mezin nişanê mîtîngê dan. Namzetên hevşaredariyê yên Norşînê Ulfiye Ozcan û Mehmet Şîrîn Oncu, parlametnerên Dem partiye Huseyîn Olan û Sirri Sakik tevli mîtîngê bûn.
Namzetan Ulfiye Ozcan û Mehmet Şîrîn Uncu gel silav kir.
Parlametner Hseyîn Olan axivî û got hezar carî ew qeyûman tayin bikin jî wê ev gel dest ji heqîqetê bernede.
Sirri Sakik jî axivî û got qeyûm polîtîka zilmê ye û got heta ev gel azad nebe wê bi dengekî bilind daxwazan bînin ziman.
Mîtîng bi govendê bidawî bû.