Berxwedana reng bi reng (1)

  • 09:09 1 Adar 2024
  • Dosya
 
TJA: Kampanya biqede jî dê xebat bidomin 
 
Pelşîn Çetînkaya
 
ÊLIH - Kampanyaya TJA’yê ya ku bi dirûşma “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” hatî destpêkirin bi dawî dibe, aktîvîsta TJA'yê Hatîce Taş, diyar kir ku çend kampanya bi dawî bibe jî dê li qadan bênavber xebatên xwe bidomînin. 
 
Berxwedana jinên cîhanê, Kurdistanê û Tirkiyeyê ya li dijî zîhniyeta serdest bê navber didome. Li dijî êrişên li hemberî destkeftiyan jinan li qadan têkoşîna xwe didomînin. Jinên kurd ji aliyek li dijî polîtîkayên şerê taybet û tecrîdê di nava salê de her li qadan bûn. Tevgera Jinên Azad (TJA) di 15'ê Îlona sala 2023'yan de deklarasyonek bi dirûşma “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” aşkera kir û starta kampanyayê da. Kampanyaya ku dê heta 8'ê Adarê bidome ber bi dawiyê ve diçe. 
 
Derbarê kampanyayê de aktîvîsta TJA'yê Hatîce Taş ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî û bal kişand ser xebatên pêşerojê. 
 
Hatîce, da zanîn ku li dijî zîhniyeta serdest ê ku êrişê li jinan dike kampanya dan destpêkirin û got: "Di demên dawiyê de pirsgirêkên jinan derketiye asta herî jor. Li hemberî wan pirsgirêkan me kampanyayek da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de me li taxan, li bajarok, navçe û bajaran civînên jinan li dar xist û bernameyên taybet organîze kir. Di civînên jinan de em li ser rêbazên têkoşînê rawestiyan û me plansaziyên xwe derxist." 
 
Li hemberî ciwanan polîtîkayên şerê taybet 
 
Hatîce, destnîşan kir ku bi taybetî îktîdar bi polîtîkayên şerê taybet êriş dibe ser jinên ciwan û wiha axivî: "Niha em jinên ciwan dinêrin naxwazin biçin dibistanê jî. Mehê herî kêm çend jin dawî li jiyana xwe tînin. Sedema vê yekê bêkarî û pergala serdest a mêr e. Bi taybetî li hemberî jinên ciwan polîtîkayeke qirêj tê meşandin. Mînak min bi çend jinên ciwan re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinan de ev jin ji pêşerojê bêhêvî ne. Me xwest bi kampanyayê xwe bighînin wan jinan û em hêvî dikin ku ev xebat bandorê li jinan û jinên ciwan kiriye. Bi taybetî hersek û berteke jinan li hemberî pergala serdest heye. Ev yek me kêyfxweş dike."
 
'Kampanya bû neynik'
 
Hatîce di axaftina xwe de wiha bal kişand ser bandora kampanyayê: "Me di çarçoveya kampanyayê de li Êlihê jî xebat da meşandin. Bandora wan xebatan girîng bû. Bi taybetî dema me starta xebatên 8'ê Adarê da tevlîbûna jinan zêde bû. Jin ewqas bi coş tevlî çalakiyê bûn ku em pê kêyfxweş bûn. Ev starta 8'ê Adarê ji bo kampanyayê bû neynikeke. Em ê xebatên xwe bi vê coşê bidomînin."
 
'Bêdeng nemînin'
 
Hatîce, destnîşan kir ku piştî kampanya bi dawî bibe dê xebatên xwe li qadan bidomînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dibe ku kampanya bi dawî bibe. Lê xebatên me dê li qadan bidome. Em ê bi kampanyayên cuda xebatên curbicur pêk bînin. Niha em armanc dikin ku li taxan meclîsên jinan avabikin. Em dixwazin xwe bigihînin hemû jinan." 
 
Hatîce, bang li jinan kir ku bila li hemberî hişmendiya serdest a mêr bêdeng nemînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê jin tu carî bêdeng nemînin. Qadên ku em li dijî qirkirina jinê û xwekuştina jinê têbikoşin heye."