Berxwedana reng bi reng (2)

  • 09:16 2 Adar 2024
  • Dosya
 
 
Behsa berxwedana 4 parçeyan kir 
 
Qeder Kar
 
MEXMÛR - Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Sultan Yildiztan, bal kişand ser berxwedana jinên kurd û got: "Bi hezaran hevalên me bûn pêşengên şoreşa jinên kurd. Em jî îro li ser xet, doz û rêya wan dimeşîn. Heke li cihekî jinek hat qetilkirin, lêdan xwar, destdirêjî lê hat kirin, îşkence lê hat kirin û mafê wê hat îhlalkirin dibe sedema têkoşîna me ya jinên kurd.”  
 
Jinên kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo pêşwazîkirina 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê zend û bendê xwe badan û berê xwe dan qadan. Jinên kurd îsal dê bi daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, serbestberdana girtiyên siyasî û çareseriya pirsgirêka kurd dakevin qadan. Li dijî gotinên zayendperes û komkujiya jinan jî dirûşma "Jin jiyan azadî" bilind bikin. Warê ku herî zêde berxwedan pêk hatî jî Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) e. Jinên li Mexmûrê bi helwesta xwe ne tenê pêşentgiya wargehê pêşengtiya herêmê jî kir.
 
Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Sultan Yildiztan, bi minasebeta 8'ê Adarê ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî û bal kişand ser berxwedana jinên kurd.
 
‘Li dijî şer helwest hatin nîşandan’
 
Sultan di destpêka axaftina xwe xwe de bal kişand ser geşedanên salên dawiyê û berxwedana jinan a salên dawiyê û got: “Wek tê zanîn ku du salên dawiyê ji bo jinan salên têr û tijê bû. Ev sal bi êş û jan derbas bû. Li tevahiya cîhanê niha şerek heye. Wek şerê Ukranya, Îsraîl û Fîlîstînê. Di wan şeran de bi taybetî jin û zarok hedef hatin girtin û hatin qetilkirin. Mirov dikare bêjê ku beranberê wan êrişan jî helwestek, berxwedanek û xebatên jinan hebûn. Di nav du salan de jin qet nesekînin û li ber xwe dan.”
 
‘Xebat belavî tevahiya cîhanê bûye’
 
Sultan, di axaftina xwe de wiha behsa taybetmendiya berxwedana jinên kurd kir: “Bi taybetî jinên kurd ên ku li Ewropayê dijîn her rojên xwe bi civîn, kongre û konferansan derbas kirin û dikin jî. Mirov dikare bejê ku xebatên jinên kurd li tevahiya cîhanê berfireh bûye.  Xebateke berfireh tê meşandin. Lê belê ji bo azadiya jin û civakê têr nake ev xebat. Gelek caran kar û xebatên ku tên kirin de lawazî çêdibin. Ev lawaziyên heyî dê çawa bê rakirin bêguman dê bi perwerdê bên rakirin. Heke jin di nav civakê de xwe perwerde bike, jin jî û civak jî dê azad bibe. Dê wekheviyeke bingehîn di nava civakê de pêş bikeve."
 
Berxwedana Bakur û Rojhilat
 
Sultan, daxuyand ku divê xebatên her çar parçeyên Kurdistanê bên nirxandin û got: “Ez dixwazim di serî de behsa Bakur bikim. Niha li Bakur hilbijartina herêmî heye û hejmara hevşaredarên jin jî gelek in. Ev serkeftinek e û cihê kêyfxweşiyê ye. Lê belê dewlet tehemûlê vê yekê nake, bi tundî, binçavkirin û girtinan nêzî jinan dibe. Îro bi hezaran jin hatine girtin. Ji ber ku ev jin mafê xwe dixwazin, ji ber ku dixebitin û ji ber ku dixwazin gelê xwe azad bikin hatin girtin. Kesên ku ji bo nasname, ziman, çand û nirxên xwe dixebite tên girtin. Li vir her berxwedan hebû. Li Rojhilat jî hezar sal in pergalek heye û ev pergaleke îslamî ye. Lê belê ne îslamiyeteke rast a sextê heye. Ev pergal nahele ku jin rûyê xwe veke, azad bijî, xwedî bi gotin be. Hebûna jinê, rûyê jinê, nasnameya jinê dibin vê çarşefa reş de hatiye veşartin. Qetilkirina Jîna Emînî rûyê îslamiyeta sextê derxist holê. Bi hezaran jin canê xwe ji bo nasname û azadiyê feda kir. Jinên kurd bû tirsa rejîma Îranê. Serbilindî, bi berxwedana jinan pêk hatiye. ‘Jin jiyan azadî’ li vir pêşket û dê heta azadiya jin û civakê jî pêşbikeve.
 
Bêdengiya li Başûr
 
Sultan bi wan hevokan bal kişand ser rewşa jinên Başûr: “Li Başûr pêşketina jinê zêde nîne, ji roja ku Seddam çûye heta îro gelo çend komele û rêxistinên jinan li vir hatin vekirin? Cihê jinan, malên jinan, mekanîzmayên ku jinê biparêzin gelo çiqas li Başûr hatiye pêşxistin? Li vir mêr bêtir pergala xwe dide meşandin û mêr li gorî hişmendiya xwe teşê dide jinan. Li Başûr niha jî mêr bi rehetî dikare bêje ez ê cara 3’yem jî bizewicim. Ev cihê dilêşiyê ye. Li Başûr hêzek wisa a jinan tuneye ku li dijî wan ferasetan derkeve. Divê jinên başûrî vê tiştî qebûl nekin. Me çawa got jinên rojhilatî di bin çarşefa reş de tên veşartin ji bo jinên başûrî jî heman tişt heye. Rê li ber azadiya jinê tê girtin. Nahêlin ku jin xebatên xwe bidin meşandin. Ji ber vê sedemê jî jinên ciwan xwe dikujin, agir berdidin bedena xwe. Gelek jinên ku dawî li jiyana xwe tîne haya kesî pê nabe. Bi rastî ewqas sal in jî em bi wan re dijîn em gelek tiştan bi çavên xwe dibînin. Ev yek ji ber bêdengiyê pêk tê. Ev tê wateya mirina di xew de. Ev ji ber tunebûna yekitiyê ye.”
 
Li Rojava pêşengtî
 
Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Sultan, wiha behsa berxwedana jinên Rojava kir: “Dema mirov behsa Rojava dike mirov dikare bêje ku bi rastî li vir bi pêşegiya jinan şoreş hat pêşxistin. Mirov dibîne ku azadiyeke jinê bi xurtî li Rojava heye. Gelek bedelên giranbûha li Rojava hat dayîn. Jin navê xwe li Rojava bilind kir. Gelek heval li vir bûn sembola jinê. Wek Arîn Mîrkan, Bawerîn û hevalên din. Dema mirov dayik, jin û jinên ciwan dinêrê û dibîne ku xwe birêve dibin û têdikoşîn, parastina xwe dikin. Êdî zihniyeta kevneperestî û serdestiya mêr li vir kêm bûye. Dewleta Tirk êrişê her çar parçeyên Kurdistanê dike lê bi taybetî Rojava hedef digire. Lê îro dayikên me yên temen mezin ên li Rojava tundî, şer û serdestiyê mêr qebûl nakin.”
 
Pêşengên şoreşa jinan
 
Sultan Yildiztan, diyar kir ku bi hezaran jinên kurd bi berxwedana xwe bûn sembol û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber zilm û zordariya Dewleta Tirk em 30 sal in penaber in. Em li ser pardîgmaya Rêber Apo, xwe bi rêve dibin û xwe pêş dixin. Asta ku em di nav de ne bi rastî têr nake. Îro jin dikare xwe bi rêve bibe, tax, semt û civakê bi rêve bibe. Em behsa berxwedana di nav xwe de dikin, li gorî berxwedanê jî gelek lawaziyên me jî hene. Her wiha niha em 8’ê Adarê bi çalakiyên cuda pêşwazî dikin. Wek rojeke berxwedanê tê nasîn, ji ber ku jin li kargehê hatin şewitandin. Piştî qetliam, jinan li dijî faşîzmê û li dijî dewletê serî rakirin gotin ‘Em hene û em ê hebin’. Her wiha îro heke em jî dikarin têbikoşîn û xwe îfade bikin bi saya têkoşerên me yên kurd pêk hat. Bi saya bi hezaran hevalên şehîd ev yek pêk hat. Wek heval Zîlan, Sara, Bêrîtan û Evîn Goyî û hwd. Bêrîtan li dijî xeta îxanetê serî rakir û ji me re bû sembola serkeftina jinê. Bi hezaran hevalên jin bûn pêşengên şoreşa jinên kurd. Em jî îro li ser xet, doz û rêya wan dimeşîn. Heke li cihekî jinek hat qetilkirin, lêdan xwar, destdirêjî lê hat kirin, îşkence lê hat kirin û mafê wê hat îhlalkirin dibe sedema têkoşîna me ya jinên kurd. Ji bo me hemû jin yek in em cudakariya ziman, netew û ol nakin.”  
 
'Em azadiya Rêber Apo dixwazin'
 
Li her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybetî jî li Ewropayê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd çalakiyên jinan tên lidarxistin, Sultan derbarê mijarê de wiha nêrînên xwe anî ziman: “Ev 25 sal in Rêberê me girtiye. Bi komployê bi destê xayînan hat dîlgirtin. 3 sal in jî li agahî jê nayê girtin. Nahêlin ku parêzer û malbata wî hevdîtinê pêk bînin. Dewleta Tirk naxwaze dengê Rêbertiya me bê bihistin. Em her roj bi rêbertiyê re dijîn û em dixwazin rêberê xwe fêm bikin. Êdî em daxwaza çûyîna malbat û parêzeran nakin, em daxwaza azadiya fîzîkî dikin. Ne tenê kurd û jinên kurd îro li tevahiya cîhanê ji bo azadiya Rêber Apo hewldanek heye. Kampanyayeke giştî hatiye destpêkirin. Divê em jin bibin yek ji bo rêbertiya xwe. Her wiha Rêber Apo ne ji bo jinên kurd ji bo hemû jinan, ji bo hemû gelên bindest girîng e. Divê em dengê xwe bilind bikin, çalakiyan li dar bixin û Rêber Apo azad bikin.
 
‘Jin jiyan azadî…’
 
Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Sultan Yildiztan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di 8’ê Adarê de hêviya me ev ê ku 8’ê Adarê bibe wesîleya azadiya Rêber Apo. Em ê bi deng û rengê jinê rêberê xwe azad bikin. Îro heke mafeke me hebe, em dikarin bi rihetî biaxifin û dikarin hest û ramanên xwe bînin ziman bi saya Rêber Apo ye. Em deyndarê wî ne. Ez 8’ê Adarê li Rêber Apo, têkoşerên ku îro li qadan li ber xwe didin, tevahiya jinên cîhanê pîroz dikim. Em dibêjin ‘Jin jiyan azadî’, bê rêbertî jiyan nabe.”