Berxwedana reng bi reng (3)

  • 09:09 3 Adar 2024
  • Dosya
 
‘Bi jiyan jiyan azadî dê tola 74 fermanan hilînin’
 
ŞENGAL - Piştî fermana 74’an, jinên êzidî dev ji qadên têkoşînê bernedan. Ji aliyek pêşengtiya civaka xwe kirin û ji aliyek li dijî qirkirina jinê li ber xwe dan. Jinên êzidî bi dirûşma “Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî, em ê hilînin tola 74 fermanan” dê 8‘ê Adarê pêşwazî bikin.
 
Wek li her deverên cîhanê jinên êzidî jî amadekariya pêşwazîkirina 8’ê Adarê dikin. Starta ku li Serdeşta Çiyayê Şengalê bi dirûşma, “Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî, em ê hilînin tola 74 fermanan” hat dayîn jî ji bo jinên êzidî watedar bû. Jinên ku piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bi aktîf di nav berxwedanê de pêşengtiya civaka xwe kirin xwe di hêla xweparastin, perwerde, temsîliyet, siyaset, dîplomasî, aborî, tenduristî û hwd de xwe bi rêxistin kirin. Rê li ber azadiya xwe û azadiya civaka xwe vekirin.
 
Me di dosyaya xwe ya îro de xwest balê bikîşinin ser berxwedan û xebatên jinên êzidî.
 
Pêşengtiya civaka xwe kirin
 
Jin û civaka êzidî her çiqas ji fermanê rizgar bûn jî metirsiya êriş, plangeriyên nû yê li ser civakê bi temamî bi dawî nebûn. Jina êzidî ya ku piştî fermana 74’an pêşengtiya civaka xwe kir ji bo parastina çand, bawerî, dîrok û mîrateyên xwe têkoşîna xwe mezin kir. Ev sekna bi biryardarî li hember her cûre êriş û plangeriya serdestan heta roja me ya îro jî berdewam kir.
 
Xwedîderketina li azadiyê
 
Jinan ligel hişmendiya serdest a civak, dewlet û hikûmetan bi her awayî têkoşîna siyasî, dîplomasî û civakî dan meşandin. Bêguman têkoşîna jinên êzidî bandora xwe li seranserê her çar parçeyên Kurdistanê û li jinên cîhanê jî kir. Heqîqet û felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ di nava têkoşîna jinên êzidî de cihê xwe girt û ev bû sedem ku jin betir xwedî li azadiya xwe derbikevin.
 
Têkoşîna li ser paradîgmaya Abdullah Ocalan
 
Li Şengalê jinên êzidî, têkoşîna xwe li ser paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da meşandin. Di hemû kar û xebatan de armanca jinan ya sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bû. Ji ber ku jinên êzidî hevdîtina xwe ya bi têkoşîna azadiya jinê re, bi naskirina fikir, felsefe û paradîgma Abdullah Ocalan bi nav dikin. Ji lewra azadiya wî ya fîzîkî ji bo xwe wekî peywirekî dîrokî ya vê serdemê dibînin. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di nava salê de du komxebat li dar xistin ji bo balê bikişîne ser pergala Îmraliyê. Her wiha di hemû xebatên xwe yê perwerdehî, dîplomasî, siyasî, civakî û rêxistinî de rewşa Abdullah Ocalan kiriye rojeva xwe ya esasî.
 
Xebatên ji bo nasandina jenosîdê
 
Li Şengal, Bexda, Silêmanî, Lûbnan û Ewrûpa li ser têkoşîna jinên êzidî, naskirina fermana 74’an komxebat û konferansê cuda hatin lidarxistin. Jinên êzidî beşdarî hemû konferansan bûn. Di van komxebat û konferansan de jinên êzidî hêvî û daxwezên civaka xwe anîn ziman. Bi taybetî ji bo fermana hatî serê jin û civaka êzidî wek jenosîd werê naskirin kar û xebatên girîng dan meşandin.
 
‘Tola 74 fermanan hilînin’
 
Komxebatên ku li Şengalê hatine lidarxistin, di pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Meclîsa Jinên Ereb de  hatine li darxistin. Peyama jinan ên di van komxebatan de azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bû, pêşxistina yekîtiya jinên êzidî-ereb, mezinkirina têkoşîn û berxwedana li dijî hişmendiya serdest a mêr bû. Têkoşîna jinên êzidî-ereb ya li Şengalê tê meşandin bêguman di nava salê de li ser tevahî jinên Îraqî, jinên Başûrê Kurdistanê û pêkhateyên cuda yên di hundirê Îraqê de dijîn bandor kir. Jinên êzidî bi dirûşmeya “Em ê bi jin jiyan azadî, tola 74 fermanan hilînin” ketin sala nû û xwe di vê çarçoveyê de bi rêxistin dikin.
 
Di sekna xwe de bi biryar in
 
Di nava salê de êrişên bi armanca hedef girtina pêşengên civaka êzidî ji aliyê dewleta Tirk û hevkarê wî PDK’ê ve hatine, berdewam kir. Di van êrişan de û qehreman û pêşengên civaka êzidî hatin qetilkirin. Li hemberî van êrişan jina êzidî seknekî bi mînak da nîşandan û xwedî li cangoriyên xwe derketin. Li hemberî her êrişên ku pêk hatî di serî de jin û civaka êzidî bi biryarî têkoşîna xwe berdewam kir û helwesteke zelal nîşandan. Heta îro jî bi sekna xwe di berxwedanê de bi îsrar in.
 
Bang li Ewropayê hat kirin
 
Herî dawiye jî bi pêşengiya Rêxistina Sîwan a Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) û Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan li Parlamentoya Ewropayê konferansek hat lidarxistin. Ev konferans bi serê xwe pêşketina jinan a di asta cîhanê de nîşan dide.
 
Di konferansê de fermanên li hemberî êzidiyan bi taybetî jî fermana 74’an a di sala 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hate kirin, hatin vegotin û li ser avakirina rêveberiya xweser, rewşa Şengalê, veger û êrişan jî axaftin hatin kirin. Di konferansê de ev bang hatibûn kirin; Bang li rêxistinên navneteweyî, bi taybetî Neteweyên Yekbûyî û Dadgeha Sûcên Şer a Navneteweyî ya Laheyê hat kirin ku li ser îdiayan lêkolîn bê kirin. Parlementoyên din û saziyên navneteweyî divê qirkirinê bi fermî nas bikin. Her wiha daxwaz hat kirin ku dewlet û saziyên ku qirkirinê nas dikin ji bo darizandina berpirsyaran bikevin nava tevgerê. Ji bo azadkirina bi hezaran jin û zarokên êzidî yên niha di destê DAIŞ’ê de ne, hewldanên navneteweyî divê bên kirin. Di konferansê bang li Neteweyên Yekbûyî, hikûmeta Iraqê û Parlamentoya Ewropayê hat kirin ku bi peymana 9’ê Cotmehê ya ku ji ber berjewendiyên jeostratejîk konsepta tinekirina êzidiyan û berdewamiya kuştina jinan hatiye amadekirin bê betalkirin û rê li ber qirkirina jinê bê girtin.
 
Di asta cîhanî de kampanyaya nû
 
Bi nêzbûna 8‘ê Adarê re jî jinên êzidî dest bi xebatên xwe yên pêşwazîkirinê kirin. 8’ê Adarê ji bo jinên êzidî jî bû roja têkoşînê. Fermanên ku ezmûnekî mezin fêrî jinên êzidî kir ku jinên êzidî bêtir pêwîstî bi rêxistinbûnê dît. Di nava civak, mal, cihê kar de êdî parastina mafê xwe dike. Ji ber vê yekê jinên êzidî dê ala têkoşîna 8’ê Adarê  li qadan bi dirûşma “Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî, em ê hilînin tola 74 fermanan” bilind bikin. Bi starta 8’ê Adarê re jî TAJÊ û Meclîsa Jinên Ereb, di asta cîhanê de bi dirûşma “Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê” kampanyayek din jî didin destpêkirin.
 
Jinên êzidî di her çalakî û xebatên xwe de peyama domandina têkoşîna azadiyê dide. Derbarê 8’ê Adarê de endama Meclîsa TAJÊ Nazê Elyas û Fîlûs Tilêzêr ji ajansa me JINNEWS’ê bi kurt û kurmancî nêrînên xwe anîn ziman.
 
‘Em ê her li qadan bin’
 
Nazê Elyas, di destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê li têkoşerên jin pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Roja 8’ê Adarê ji bo me jinan rojeke pîroz e û got: “Me starta xwe ya xebatên 8’ê Adarê da. Em ê her li qadan bin. Çi kar bikeve ser milê me jinan em ê heta dawiyê bikin. Em ê bi taybetî roja 8’ê Adarê li qadan bin û dengê xwe bilind bikin. Em bang li hemû jinan dikin bila rabin ser piyan. Xwe rêxistin bikin.  Xwe perwerde bikin û li ber xwe bidin.”
 
‘8’ê Adarê pîroz be’
 
Fîlûs Tilêzer jî di serî de 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Bi taybetî em 8’ê Adara YJŞ û Serok Apo pîroz dikin. Mirovên ku di rêya azadiyê de ked dayî em 8’ê Adarê li wan pîroz dikin. Ez di vê baweriyê de me ku her jinek dê bi wesileya 8’ê Adarê xwedî li keda xwe derkeve. Ez dixwazin her jineke cîhanê xwedî li azadiya xwe derkeve û ji bo mafê xwe jî li ber xwe bide.”