Berxwedana reng bi reng (5)

  • 09:26 5 Adar 2024
  • Dosya
 
Divê jin heqdestê keda nava malê nîqaş bikin
 
Melîke Aydin
 
MUGLA - Seroka Giştî ya Evek-Sen Gulsum Nazlioglu da zanîn heqdestê keda nava malê ji bo jinan dibe ku fikaran biafirîne û got: “Divê mêr tevli karê malê bibin û ji bo jinan qadên îstîhdamê yên ku ji rolên zayendê hatine paqijkirin bên afirandin.”
 
Li dijî nedîtina keda nava malê, keda malê bi heqdestkirinê ve girêdan hat rojevê. Sendîka Xebatkarên Malê (Evek-SEN) di nîqaşên navbera 2000-2001’ê de keda nav malê nîqaş kiribûn Seroka Giştî ya Sendîkayê Gulsum Nazlioglu da zanîn ku ger keda nav malê beramberê pere bê dîtin wê pisgirêkên cidî derketin holê û divê mêr jî tevli karên malê bibin, ji bo jinan qadên îstîsmayê yên ji rolên zayendê hatine paqijkirin bên afirandin.
 
‘Mêr li malê dike dewlet’
 
Gulsumê da zanîn ku pêvajoya damzerandina Evek-Senê de; di navbera 2000-2011 keda nav malê nîqaş kirine û hîna jî têgehên wek karkeriya malê, karkeriya malbatê ya bê heqdest û xebata malê tên tevlihevkirin. Gulsumê wiha vegot: “Keda nav malê li ser rolên zayendî teşe dibin. Me xebata nav malê wek keda bi pere nefikirî. Heqdestê ji bo jinên kedkarên malê, tê wateya pejirandina rolên nav malê. Divê tiştên cuda bên pêşketin.Dewlet wî pereyi bide, dewlet mêr dike dewlet. Pere dide û mêr li malê dike patron.”
 
‘Mêr tevli karên malê nabin’
 
Gulsumê da zanîn ku lêgerîna kal, pîr, zarok û nexweşan, ji bo roja din amadekariya ji bo mêr kirin, pêkanîna aramiya malê wek peywira jinan tê fêrkirin. Ji ber vê jin bi heqdestên biçûk di karên malê de tên xebitandin. Qanûn ji bi pereyên biçûk didin xebitandin. Qadên îstîhdamê li gorî mêran hatine amadekirin. Xebata li malê li ser jinan hatiye barkirin. Ji ber li gorî wan divê jin ji hundir dernekevin. Jin bi pereyên biçûk dixebitin û pere ne ji bo xwe ji bo mala hevpar lê dijî xerc dike. Lê mêr jî nabin hevkarê karê malê.”
 
‘Rolên zayendî tên pejirandin’
 
Gulsumê daxuyakirin ku heqdestê keda malê ji bo gelek kesî erênî tê dîtin lê gumanên wê hene û got: “Bi salane jin karê malê dikin û li wir di esasê de karekî hevkariyê dixwaze heye. Lê çi dikin bila bikin wî karî nikarin parve bikin. Ger ku karê malê bi heqdest bê kirin dewlet mûçe bide jinê wê mafê rêveberinê bide mêr. Wê rolên zayendî bên pejirandin. Wê dewlet mêr bike patron û xwe bidomîne. Dewlet li şûna xwe wê mêrekî bike wir. Mêr jî wê jin bike bin kontrola xwe. Wê gera jinan li kolanê jî bên astengkirin. Jin bi çûyîna bazarê civakî nabe. Neçare 10 TL ji wir maye kom bike.”
 
‘Divê ewlehiya teqawîtbûnê bidin her kesî’
 
Gulsumê, diyar kir ku piştî temenekî ku jin êdî nikarin bixebitin, lê em dibêjin ku ji roja jin tên dinê divê ewlehiya wan hebe û wiha dirêjî daye: “Ji bo hemû kesî dibêjim lê bi taybet ji bo jinan. Ji ber jin bi newekheviyê re tên rû hev. Karkerê înşatê dibe xwedî mûçeyê teqawîtbûnê lê jin nabin. Divê mafê teqawîtbûnê bê dayîn. Jinan kal û pîr girtin mala xwe ku mûçeyê lênerînê bigirin. Ev ji koletiyê wêdetire. Dewlet diçe kontrolê û ger ku jinê li wir nebine pere dibire. Ji ber vê em dibêjin mafê teqawîtbûnê girîng e.”
 
‘Divê qadên îstîhdamê yên xwe dispêrin newekheviyê bên redkirin’
 
Gulsumê, destnîşan kir ku divê qadên îstîhdamê yên xwe dispêrin newekheviya zayenda civakî bên rakirin û wiha dawî lê anî: “Divê qadên îstîhdamê yên cuda bên afirandin. Ji bo mêrên dixebitin jî divê destura ducaniyê û lênerîna zarok bên dayîn. Divê ji bo jiyana hepvar destur bê dayîn. Divê mijara mafê jinan, xwegîhandina mafê jinan bi berfirehî bi rêxistinên jinan re bên nîqaşkirin.”