Ber bi Newroza Azadiyê ve (1)

  • 09:02 11 Adar 2024
  • Dosya
 
Çanda Agir…
 
Derya Ceylan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Agirê  bi Newrozê re têkiliya wê ya dîrokî heye û wek sembola jiyanê tê qebûlkirin, ji bo gelan di alî çandî de gelek wateyên wê hene. Ji bo Kurdan wateya wê ya dîrokî jî ji nûve vejîn, hêvî û berxwedan e.
 
Derketina cihê Newrozê erdnîgariya Rojhilata Navîn û heta roja îro li erdnîgariyên cuda wek hatina biharê, şiyarbûna xwezayê tê dîtin û bi bernameyan tê pîrozkirin. Newroz destpêka biharê û zindîbûna xwezayê temsîl dike. Her sal di 21’ê Adarê de tê pîrozkirin. Wateya ku Kurdan li Newrozê bar kiriye jî gelek cuda ye. Ji berê de kelecana vê rojê ji ber hatina biharê xwedî wateyek girîng e. Ji bo Kurdan Newroz, wek roja li dijî zilmê serî hildane. Roja ku xwedawendan li dijî Dehaq bi tilîliyan têkoşîn daye ye. Kurd îro Newrozê bir armanca yekitiya neteweyî û berxewdanê  pîroz dikin û mafên civakî û çandî tên qêrîn.
 
Newroz rojeke  girîng a têkoşîna azadî û nasnameyan e.  
 
Li gorî mitolojiya Kurd, Newroz sembola azadî û serkeftina li diji hikûmdarê zalim Dehaq e. Li gorî rîwateyan Kawayê Hesinkar, Qralê Asur Dehaq têk dibe û gel ji zilmê xilas dike, vê serkeftinê jî bi pêxistina agir pîroz dike. Ji ber vê di Newrozan de pêxistina agir kevneşopî ye.
 
Me çanda agir û pêvajoya wê ya dîrokî ya bi Newrozê bûye sembol berhev kir.
 
Agir
 
Her sal di Newrozê de agir tê pêxistin û fêde heye ku paşeroja wê ya dîrokî bê bibîrxistin. Çanda agir, mirovan seranserê dîrokê çawa bi kar aniye çawa nirx dayê û li dorê hatiye gel hev îfade dike. Agir ji bo mirovan di gelek alî de girîng e. Ji bo ronahiyê ji bo pijandina xwarinê. Der barê çand û bikaranîna agir de mîtolojî, rîtuel û kevneşopî hene. Ev çand gelek perspektîfên cuda dihewîne.
 
Navenda rîtuelên çandî
 
Agir ji bo gelek çand û civakan xwedî wateyên kûr û giran e. Di pêvajoya dîrokî de agir ji bo mirov jiyana xwe bidomînin wek alavên cuda hatine bikaranîn lê wateyên wê yên cuda hene. Agir di heman demê de navenda rîtuelên navendî û rolên girîng ên hewandina wateyên rihî digire ser xwe.
 
Rola di pêşketina şaristaniyan de
 
Agir piştgiriyê dide afirîneriya mirov û pêşketina teknolojik. Agirê di qada pijandin, bikaranîna metal, germkirinê de tê bikaranîn di pêşketina şaristaniyan de jî rolek krîtîk dilîze.
 
Sembola jiyanê
 
Agir wek sembola jiyanê tê bikaranîn. Bi têgehên wek vejina nû, nûbûn, ronahî, germbûn û parastinê têkiliya wê tê danîn. Agir her wiha wateyên rih û olî dihewîne. Wek sembola pîroz tê qebûlkirin. Di îbadetan de tê bikaranîn.
 
Ji ser agir xwe holkirin
 
Di pîrozbahiyên Newrozê de mirov xwe ji ser agir hol dikin. Lê ev kevneşopî di çandên cuda de xwedî wateyên cuda ye.
 
Sedemên xwe ji ser agir holkirin wiha tê rêzkirin:
 
*Bereketê zêde dike: Di hinek çandan de ji ser agir holkirin, ji bo bereket, teşwîqkirina welidînê û bereketa çandî tê kirin. Di vê çalakiyê de zindîbûna xweza û despêka demek nû tê sembolîzekirin.
 
*Paqijiya xebaşiyan: di hinek çandan de jî ji bo paqijkirina enerjî û rihên nebaş, nexweşiyan tê kirin. Agir wek hêza parastinê û paqijkirinê tê qebûlkirin.
 
*Nîşandana wêrekî û hêzê: Di hinek civakan de ji ser agir holkirin, sembola wêrekî, hêz û netirsê ye. 
 
*Xurtkirina têkiliyên civakî: Ji ser agir xwe holkirin dikare piştevanî û yekitiya civakan, koman xurt bike. 
 
Ji ber vê jî ji ser agir xwe holkirin di gelek çandan de tê rewşa rîtuelên girîng û ji bo mirovan wateyê kûr dihewîne.
 
Jin û agir
 
Jin û agir di gelek çandan de hêmayên girîng ên wek sembolik têkiliya wan bi hev re tê danîn. Di hinek çandan de jin wek xwedawendên parastinê ya agir tên qebûlkirin. Her wiha jin wek kevneşopî di pijandina xwarin û karê malê de peywirên der barê agir de digirin ser xwe.
 
Vejîna nû
 
Agir di heman demê de bi vejîna jinûve, hêza jinê jî tê  zanîn. Taybetiyên agir ên germ û ronahiyê dişibînin jinê û çavkaniya jiyanê tê dîtin.
 
Bikaranîna agir
 
Têkiliya jinan bi agir re tê danîn lê ligel aliyên pozîtîf ên neyînî jî hene. Di hinek çandan de jin wek xetere û hêzên hilweşînkar tên dîtin.  Di encamê de di alî çandî, mitolojik û sembolîk de têkiliya jinan û agir kûr û tevli hev e.
 
Newroz û agir
 
Agir di pîrozbahiyên Newerozê de wek sembol tê qebûlkirin û koka wê xwe dispêre bi hezaran salan berê. Agirê Newrozê destpêkên nû, nûbûn û hêviyê temsîl dike. Bi pêxistina gir re tarîtî û serma li pey tê hiştin û vejîna nû ya bihar û jiyanê nîşan dide.