
‘Bêdengî û bêcezahiştin kuştina bi maşîneyên zirxî zêde dike’
- 09:04 13 Hezîran 2023
- Rojane
Sema Çaglak
ŞIRNEX - Hevseroka HDP’ê ya Silopyayê Asuman Kulter, bal kşinad ser êrîşên bi maşîneyên zirxî yên li dijî zarokên kurd û destnîşan kir ku polîtîkayên bêcezahiştinê û bêdengî bûyerên bi vî rengî zêdetir dike. Asûmanê got li dijî van bûyeran ne tenê kurd divê sazî û dezgehên navneteweyî jî bikevin dewerê.
Çawişê pispor A.K.P. li Gevera Colemêrgê bi wesayîta xwe li zarokê 5 salî Erdem Aşkan da û qetil kir. Çawişê pispor ê hatibû binçavkirin, piştî îfadeyê hate berdan. Bi kuştina Erdem Aşkan re kuştinên bi heman rengî yên bi maşîneyên zirxî carek din ketin rojevê. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan(ÎHD) a Şaxa Amedê , bi kuştina Erdem Aşkan re di 15 salên dawî de li bajarên bakurê Kurdistanê 82 bûyerên ku bi maşîneyên zirxî yên polîs û leşkeran li welatiyan dane pêk hatine û 21 jê zarok 44 kes di van bûyeran de jiyana xwe ji dest dane. Herwiha 23 jê zarok bi giştî 94 welatî jî birîndar bûne.
Têkîldarî êrîşên bi maşîneyên zirxî yên li dijî zarokên kurd Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Silopyayê Asuman Kulter axivî.
‘Ji bo kurdan polîtîkayên bêcezahiştinê di meriyetê de ne’
‘Ewlehiya canê zarokan nema ye’
Asumanê, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ewlehiya zarokan nema ye û got: “Mînaka herî dawî jî li Geverê bû. Zarok tên qetilkirin û kujerên wan serbest li derve digerin. Tu ewlehiya canê zarokên me nema ye. Gava em lê dinihêrin li her serê kûçeyek bajarên me maşîneyek zirxî heye. Di kolan û kuçeyên teng re maşîneyên zirxî digerin.”
‘Divê hemû sazî û rêxistinên navneteweyî bikeve dewrê’
Asuman, di dawiya axaftina xwe de daxuyand ku li Tirkiyê mafê zarok û jinan tune ye û ev tişt anî ziman: “Herî zêde jî mafê zarokan tê binpêkirin. Zarokên bêsûc û bê guneh li kolanên ku li wan dilîzin tên qetîlkirin. Bêdengî û polîtîkayên bêcezahiştinê van bûyeran zêde dikin. Ji bo mafên zarokan ne tenê kurd divê hemû gel, sazî û rêxistinên navneteweyî bikevin tevgerê. Êdî malbat ditirsin ku zarokên xwe bişînin derve. Rapor û daneyên van bûyeran hemû li holê ne û gelek daneyên kritik in. Em dixwazin ku pêşiya van qetlîaman were girtin û kujerên zarokên me werin girtin û cezakirin.”