'Li girtîgehan binpêkirina mafan zêde dibe'

  • 09:06 29 Nîsan 2024
  • Rojane
 
 
Elfazî Toral
 
STNEBOL - Endama Komîsyona  Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Hatîce Onaran der barê tecrîd û binêpêkirinên mafan ên li girtîgehan de axivî û da zanîn ku destpêka tecrîdê Îmrali ye û got feraseta girtîgehan nêrîneke dijminwî ye.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê girtiye û 38 meh e tu agahî jê nayê girtin, di bin şertên giran de tê girtin. Tecrîda li Îmraliyê bandor li ser hemû girtîgehan kiriye û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde dibin. Bi hincetên kêfî înfazên girtiyan tên şewitandin, cezayên dîsîplîn û hucyreyê tên dayîn. Di heman demê de li girtiyan poşmanî tê ferzkirin. Girtiyên nexweşên giran nayên berdan. Girtiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê di 27’ê Mijdara 2023’an ketibûn greva birçîbûnê ya dorveger di 4’ê nîsanê de çalakiya xwe anîn qonaxek nû û ‘dadgeh, serdana malbat û hevdîtinan’ boykot kirin.
 
Endama Komîsyona Girtîgeha a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Hatîce Onaran der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de nirxandin kir.
 
Hatîceyê got ku ji salên 90’î heta niha li ser girtiyên siyasî her cureyê binpêkirinên mafan tê pêkan»n û got: “Şertên girtîghan her diçin giran dibin. Di serî de jî tecrîd. Tecrîd sedema hemû binpêkirinan e.  Tecrîd û îzolasyon pirsgirêkek cidî ye. Ev birînên ku vegera wan tune ye vedike. Ev bandoreke mezin li ser tenduristiya mirovan dike.”
 
‘Destpêka tecrîdê Îmrali ye’
 
 
Hatîceyê destnîşan kir ku destpêka tecrîdê Îmrali ye û wiha daxuyand: “Bêguman divê em rewşa Abdullah Ocalan jî bînin ziman. Tecrîdek giran li ser heye. Hevdîtina malbatê, parêzeran nayê kirin. Tu agahî nayê girtin. Bêguman ev tê wateya ku jiyana mirovan hêsan dihesibînin. Tecrîd di heman demê de jiyana mirovan dike xetereyê. Zextek mezin heye. Ev pêkanînên kêfî ne. Li girtîgehan girtî li derve jî xizmên girtiyan bi binpêkirinan re tên rû hev. Heta niha yek daxwazeke xizmên girtiyan nehatiye cih. Girtî di şevekê de bi lez û bez surgunê bajarên dur tên kirin. Ev di pêvajoya kovîdê de namze hatibûn sekinandin. Niha jî binpêkirin hene. Girtî  nikarin ji mafên xwe  yên ragîhandinê fêdeyê bigirin.”
 
‘Girtiyên nexweş nikarin derman bibin’
 
Hatîceyê di berdewamiyê de ev nirxadin kir: “Girtiyên 30 sal in girtî ne tevî cezayê wan qedyane jî nayên berdn. Mafê hêviyê yê girtiyan tune tê hesibandin û ji destê wan tê girtin. Rewşa girtiyên nexweş mijarek cuda ye. ATK dibêje divê raporên doktoran yên heyî bên qebûlkirin raporên ku rewşa girtiyan li ber çavan digirin divê hebin. Carna hinek raporên ku nikare girtî bimîne bê dayîn jî dozgerî biryarên dijhiqûqî didin. Li girtiyan tundiya fîzîkî, psîkolojîk tê kirin. Ev li dijî mafên mriovan e. Li girtîgehan nêrîneke dijminwarî li hember girtiyan heye. Jiyana heyî wisa ye. Em wek komîsyon fikarên xwe her tim tînin ziman.”
 
‘Divê bala me li ser daxwaza girtiyan be’
 
Hatîceyê balkişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan û  çalakiya boykotê ya ku niha destpêkiriye û wiha dirêjî dayê: “Girtiyan polîtîkayên tecrîdê qebûl nekirin û dest bi çalakiyê kirin. Tecrîd pirsgirêka esas a hemû binpêkirina mafan e. Nokteya esas a tecrîdê Îmralî ye. Li Îmraliyê tecrîdek giran heye. Divê tu kes binpêkirinên mafan ên li girtîgehan qebûl nekin. Divê her kes li dijî daxwazên wan hestiyar tevbigerin. Divê bala her kesî li daxwazên girtiyan be.”