ROJEVA 30'Ê NÎSANA 2024'AN

  • 09:00 30 Nîsan 2024
  • Rojev
 
*  Li Elîhê ku wê mîtînga 1'ê Gulanê ya herêmê lê bê lidarxistin, amadekarî didomin, ji Meclîsa Jinan a KESK'ê Seyran Karabulut got, "Em ê diyar bikin ku li hemberî pirsgirêk û îstîsmara keda me nerazîbûnên me hene û em ê bibêjin ku atmosfera siyasî qrîza aborî bi xwe re tîne." BI DÎME
 
*Jinên ku di 1'ê Gulana 1977'an de li Taksîmê jiyana xwe ji dest dan, bi bîranînên xwe di dilê jinên îro têkoşîna xwe didomînin de dijîn. Bîranînên wan ên kurt weke sembolên têkoşîneke demdirêj di bîra mirovan de ne.
 
*Jinên ku li Îzmîrê dijîn xwe ewle nabînin û diyar kirin ku êdi nikarin bi tena serê xwe li kolanan azad bigerin û gotin: "Divê dawî li polîtîkayên bêcezahiştinê bê dayîn."  BI DÎMEN 
 
*Nivîskar Gulistan Kanîrêş, di axaftina xwe de bal kişand ser pirtûka xwe ya dawiyê "Sonda Delalê" û got: "Ne tenê mexdûriyeta jinan berxwedana jinan di pirtûkê de hat vegotin. Ji ber ku jinan li her qadê û di têkoşîna 40 salan de her bedelên giran dan û pêşengtiya vê têkoşînê kirin." BI DÎMEN 
 
*Ji bo mîtînga herêmî ya li Êlihê bangewaziya tevlîbûnê tê kirin. Ji Platforma Jinan a Şahmaranê Gulnîgar Laçîn Karataş diyar kir ku dê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" berê xwe bidin Êlihê. BI DÎMEN 
 
* Berdevka TAJÊ Riham Heco bal kişand ser armanc û wateya hemleya "Li dijî qirkirina jin, bibe dengê xweparastinê" û got: “Ev pengav hem xwedî li derketina jinên êzidî û hem jî xwedî li derketina jinên cîhanê ye. Yekitî û tifaqbûna jinan dikare rê li ber hemû qirkirinan bigire." BI DÎMEN