Li çapemeniya dîjîtal kampanya ‘Her der Taksîm her der 1’ê Gulanê’

  • 21:56 30 Nîsan 2024
  • Rojane
STENBOL - Di 1’ê Gulanê de li dijî qedexekirina Qada Taksîmê li ser platformên çapemeniya dîjîtal bi etîketa ‘Her der Taksîm her der 1’ê Gulanê’ kampanya hat destpêkirin.
 
Bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK), Konfederasyona Sendîkayên Cemawerî (KESK), Yekitiya Odeya Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB), Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) û Yekitiya Hekîmên Diranan yên Tirk (TDB) wê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê li Qada Taksîmê pêk bihata.
 
Lê Walîtiya Stenbolê daxuyan ku wê Qada Taksîmê ji pîrozbahiyan re girtibe. Li dijî vê li ser platformên çapemeniya dîjîtal bi etîketa ‘Her der Taksîm her der 1’ê Gulanê’ kampanya hat destpêkirin.