ROJEVA 01'Ê GULANA 2024'AN

  • 09:00 1 Gulan 2024
  • Rojev
 
* Gel piştî hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de pêk hatin şûnde, bendewariyên xwe yên ji şaredariyên Amedê ku piranî DEM Partiyê girtine rêz kirin û xwestin texrîbata qeyûman ji holê bê rakirin. BI DÎMEN 
 
*Nivîskar Fatma îzol ku dema girtî bû li ser dîroka jina Kurd lêkolîn kir,di pirtûka xwe ya nû ‘ji Xwedavendiyê ber bi Xwedabûnê kurd’ de  diyar dike ku jin di navenda dîrokê de cih digire û nirxandinên xwe pêşkêşî xwendevanan dike. DÎMEN HEYE
 
*Cîgira Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê Arîn Henan da zanîn dorpêçkirina hukumeta Şamê ya li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo têkbirina yekîtiya gelan e û wiha got:" Hikumeta Şamê bi armanca pêkanîna şerê taybet li ser welatiyên taxê ambargoyê dide dewamkirin. Lê belê têkoşîna welatiyan a li dijî ambargoyê jî dewam dike. " DÎMEN HEYE
 
* Ji bo girtiya nexweş Hatîce Yildiz serlêdana berdana bi kontrol ji aliyê îdareya girtîgehê ve bi hinceta ‘şertên pêwist ava nebûye’ hat redkirin.