Ji şaredariyan çi dipên?

  • 09:09 1 Gulan 2024
  • Rojane
 
 
Pelşîn Çetînkaya - Gulîstan Gulmuş
 
AMED - Gel piştî hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de pêk hatin şûnde, bendewariyên xwe yên ji şaredariyên Amedê ku piranî DEM Partiyê girtine rêz kirin û xwestin texrîbata qeyûman ji holê bê rakirin. 
 
Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan ( DEM Partî) li Kurdistanê nêzî 80 şaredarî girt. Yek ji van bajaran jî Amed bû. Li Amedê ji sedî 64.09 deng hat girtin. Piştî encamên hilbijartinan gel ji şaredariyên bin rêveberiya DEM Partiyê de daxwazên xwe anîn ziman.
 
Ebru Koç da zanîn ku li cihê dijÎn pirsgirêkên mezin hene û wiha anî ziman: “Li cihê em dijî pisgirêka paqijî û veguhestinê ye. Em dixwazin parqên me hîn bêtir zêde bin. Avahiyên bi xesar zêde ne. Divê ew bên hilweşandin. Divê avahiyên tên çêkirin jî li dijî erdhejê xurt bin. Divê ji bo jinan qad bên vekirin. Divê fuar bê vekirin. Divê qursên huner û sporê ji bo jinan bê vekirin. Dikarin bazarên jinan bên vekirin. Divê zêdetir fabrîqe bên vekirin. Bikaranîna hişbirê pir zêde bûye. Divê rewşa ciwanan bên başkirin û hawirên baş ji bo ciwanan hebin.”
 
‘Bila kolanan ewle bikin’
 
Zehra Kantarcioglu jî daxuyakirin ku li cihê lê dijîn bikaranîna hişbirê zêde bûye ji ber vê destur nadin zarokên wan derkevin derve û wiha bi lêv kir: “Divê şaredarî ji bo  jinan hîn bêtir bixbitin. Divê ji bo jinan sazî bên vekirin. Bila jin xur bibin. Divê tedbîra xwe bigirin. Divê rehet derkevin kolanan. Divê wesayîtên veguhestinê bên zêdekirin. Divê kontrol û ewlehiya bajar zêdetir be.”
 
‘Bila otobus jî erzan bin’
 
Şuşer Savur jî destnîşan kir ku divê şaredarî  bazareke erzan ku her kes dikare lê dan û standinê bikin vebikin û li paqijiya derdorê baldar bin. Şuşerê wiha anî ziman: “Li her derê çop heye. Qirêje. Divê bê paqijirin. Tax pir qirêjin. Ji ber vê mişk dikevin mala me. Rewş amene başe. Her tişt bihaye. Bila hinek erzanî hebe.”
 
Daxwaza qursa Kurdî
 
Emîne Bîngol jî wiha anî ziman: “Divê ji bo zarokên Kurd qursên Kurdî bên vekirin. Her tişt bihaye. Derfetê tu kesî tuneye. Divê şaredarî ji bo gel hewl bidin. Ji vir şûnde wê qezenc bikin. Divê ji bo jinan sazî û cihên kar bên vekirin. Divê derfetên wisa bên avakirin. Ji ber betaliyê ciwan li malên xwe namînin. Diçin derveyê welat. Bila dibistanên Kurdî komele bên vekirin. Bila zarokên me zimanê xwe fêr bibin.”
 
‘Divê ji bo jinan qad bên vekirin’
 
Emîre El-Muslîm jî daxuyakirin ku bi şev kolanên Amedê ne bi ewle ne û wiha bendewariyê xwe rêz kir: “Divê şaredarî her derê paqij bikin. Ji ber ewlehî li bajar tuneye em bi şev newêrin derkevin derve. Em di vê mijarê de ewlehiyê dixwazin. Her titş bihaye. Em dixwazin hinekî erzanî hebe. Divê qadên îstîhdamê ji bo jinan hebin. Divê  qadê xebatê ji bo jinan hebin.”