Têkoşîna li dijî ambargoya hukumeta Şamê dewam dike

  • 09:11 1 Gulan 2024
  • Rojane
Mîdye Miqted
 
HELEB - Cîgira Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê Arîn Henan da zanîn dorpêçkirina hukumeta Şamê ya li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo têkbirina yekîtiya gelan e û wiha got:" Hikumeta Şamê bi armanca pêkanîna şerê taybet li ser welatiyên taxê ambargoyê dide dewamkirin. Lê belê têkoşîna welatiyan a li dijî ambargoyê jî dewam dike. "
 
Ji sala 2018'an de ye bi taybet piştî dagirkirina bajarê Efrînê Hikumeta Şamê ambargoya xwe li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ferz kir lê belê heta sala 2020'î ambargo demkurt bû lê piştî wê ev bû 4 sal in ku ambargoya giran li ser taxê ji nû ve daye destpêkirin û heta niha jî berdewam dike. Ji ber ambargoyê sotemenî, derman û tevahî pêwîstî û pêdiviyên jiyanî derbasî taxê nabe. Her wiha ger derbas bikin jî bi buhayekî mezin derbas dikin. Derbarê dewamkirina ambargoyê de Cîgira Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê Arîn Henan axivî. 
 
'6 sal in ku ambargo li ser taxê berdewam e'
 
Cîgira Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê Arîn Henan di destpêka axaftina xwe de behsa yekbûna gelan û siyaseta Hikumeta Şamê ya li dijî vê yekîtiyê kir û wiha got:"Îro li her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê tevî şerê giran ku bi ser van taxan de hatin lê ev yek nebû sedema ku yekîtiya di nava gelan de were perçiqandin. Lê di dema me ya îro de ji bo Hikumeta Şamê ev yekbûna gel û netewên di taxê de û sîstema hevjiyana azad, wekî talûkeyekê ye. Loma jî hemû siyasetên xwe yên qirêj bi ser taxan de didin meşandin. Yek jê jî ferzkirina ambargoya giran a li ser welatiyên taxê ye. 6 sal in ku ambargo li ser taxê berdewam e."
 
'Hemû pêwistiyên jiyanî bi buhaneyên balkêş tên firotin'
 
Arînê bal kişand ser bandora ambargoyê û wiha dirêjî da axaftina xwe:"Di vê taxê de gelek welatî, pêkhate û netew hene. Di vir de ixtiyar jî hene ku ji ber gelek nexweşiyan astengiyê dikşînin lê astengiya herî mezin ew e ku nikarin dermanên xwe bi dest bixin. Ev jî ji ber sedema ambargoya heyî ye ku hukumeta Şamê nahêle derman derbasî taxê bibe. Ger derbas kirin jî bi bihayên balkêş tên firotin. Ev yek dide xuyakirin ku pêwîstiya taxê bi xizmetên tenduristiyê heye. Ji bo dewamkirina jiyanek bi ewle ya di hundir taxê de divê dawî li van pêkanînan bê. Her wiha li tenişta wê jî hemî tişt bi pereyên buha tên firotan. Mîna xwarin, derman, cil û berg, sotemenî û hemû pêdiviyên jiyanî. Ev yek jî dibe sedema ku welatiyên taxê di gelek astengiyan re derbas bibin."
 
Polîtîkayên koçberiyê 
 
Arînê di dewamiya axaftina xwe de diyar kir ku Hikumeta Şamê bi riya siyaseta xwe hewldana koçberkirina welatiyên di taxê de dike û wiha pê de çû:"Ev siyaset her berdewam e. Armanca vê yekê, ew e ku welatî dest ji taxa xwe berdin û berê xwe ber bi koçberiya derveyî welat ve vekin. Niha di taxê de bêkarî berdewam dike. Ev jî perçeyekî polîtîkayên hukumetê yê ferzkirina koçberiyê ye. Lê belê welatiyên li taxê jî ketine wê ferqê ku ev siyaset her carê nûjen dibe û berdewam dike. Divê em jî serê xwe ji wan siyasetan re daneynin û berxwedanê li hemberî vê yekê bikin."
 
'Em dest ji xebatê bernadin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Arînê da zanîn ku welatiyên taxê ji bo jiyanek bi ewle her tim cihê xwe di nava berxwedanê de digirin û got: "Em jî ji bo wan kar û xebatê dikin. Ji destpêka şerê ku bi ser van taxan de hat, welatiyan cihê xwe di nava berxwedanê de girtin. Ji bo  jiyanek bi ewle ya li ser ax û mala xwe vê têkoşînê didin da ku bi hev re bê ferq û cudahî bi tevahî pêkhateyên di taxê de jiyana xwe dewam bikin. Em jî îro ji bo wan çiqas kar û xebatê bikin, em ne du dilî ne. Em ê terka karê xwe nekin ji bo pêkanîna jiyanek wekhev û demokratîk a di nava taxê de û têkbirina siyasetên qirêj em ê li berxwe bidin."