Serlêdana ji bo Hatîce Yildiz hat redkirin

  • 09:15 1 Gulan 2024
  • Hiqûq
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Ji bo girtiya nexweş Hatîce Yildiz serlêdana berdana bi kontrol ji aliyê îdareya girtîgehê ve bi hinceta ‘şertên pêwist ava nebûye’ hat redkirin.
 
Xizmên girtiyan ku bi hinceta pere ji girtiyên xwe re dişînin tên darizandin û bi vê hewl didin hawira tirsê biafirînin. Lê polîtîka encamê nagirin û piştevaniya bi girtîgehan re roj bi roj mezin dibge. Yek ji xizmên girtiyan ku bi destê darazê êrîş li hember pêk hatiye Hatîce Yildize. Hatîce Yildiz ya 75 salî bi hinceta ji keça xwe re û hevalên wê re pere şandiye bi îdiaya ‘ji rêxistinê re fînansman pêk aniye’ doz lê hat vekirin û 4 sal û  du meh ceza lê hat birîn. Piştî vê Hatîce di 23’yê Adarê de hat girtin û şandin girtîgeha jinan a Bakirkoyê. Biryara dadgeha herêmî ji aliyê dadgeha îstînafê ve hat erêkirin.
 
Hatîce ya ku nexweşa tansiyona bilind, çav, fitqa piştê û gelek nexweşiyên wê yên din hene, dema ku polîs ketin mala wê ji ser hişê xwe çû û bi sedeyeyê ji hundir derxistibûn.
 
Parêzerên Hatîceyê ji bo berdana bi kontrol û taloqkirina înfazê serî li  Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dabû. Heman demê de li ser navê Hatîceyê li Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) jî serlêdana şexsî hatibû kirin. Parêzerê Hatîceyê Xebat Demîrcan der barê rewşa dawî de û serlêdana girtîgehê de agahî dan.
 
Serlêdan hat redkirin
 
 Xebat da zanîn ku serlêdana ji bo berdana bi kontrol  kirine ji aliyê îdareya girtîgehê ve bi hinceta ‘şertên pêwist ava nebûye’ hatiye redkirin lê biryar teblîxê wan nekirine. Xebat wiha dirêjî dayê: “Der barê daxwaza taloqkirina înfazê de jî  kirariyên li nexweşxana dewletê berbi dawiyê ye û piştî vê wê sewqê Saziya Tipa Edlî bê kirin. Em ê der barê biryarê de îtîraza xwe li dadgeriya înfaza Bakirkoyê jî bikin.”
 
‘Em şopdarên pêvajoyê ne’
 
Xebat di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Hewl didin pêşî li piştevaniya bi girtiyan re bê girtin. Em tecrîda giran ya li girtîgehan dibînin. Heta ku girtiyan mahkumê mirinê dikin dixwazin li girtîgehan bidin sekinandin. Jİ ber vê biryara hatiye dayîn ne hiqûqî û wijdaniye. Em ê şopdarê pêvajoyê bin.
 
Di rojên borî de ji ber pirsgirêkên çav, Hatîce sewqê Nexweşxana Perwerde û Lêkolînê ya Dr. Sadî Konuk hatibû kirin lê û tevî hat gotin ku divê demildest emelyat bibe bi rojane nehatiye amelyatkirin.