Kedkar û karker ber bi Taksîmê ve diherikin

  • 09:42 1 Gulan 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Rêyên ku diçin Qada Taksîmê di saetên serê sibê de hatin girtin. Karker, xwe amade dikin ku tevî qedexeyan jî bikevin qadê. Tevî hemû astengiyan jin, kedkar, ciwan ji bo 1'ê Gulanê bi sekneke bi biryar derketin ser rêya Parka Saraçhaneyê.
 
Qada Taksîmê ya Stenbolê ku ji bo karker û kedkaran semboleke dîrokî ye tevî biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji pîrozbahiyên 1’ê Gulanê re hate girtin. Sendîka û mûxalefet ji bo qada ku desthilata AKP’ê qedexe kiriye bi israr in. 
 
Sendîka û mûxalefeta ku biryara qedexeyê ya Walîtiyê nas nakin dê li Saraçhaneyê kom bibin û ber bi Taksîmê ve bimeşin. Lê rêyên ku diçin Qada Taksîmê di saetên serê sibê de hatin girtin. Li kolan û cadeyên ku diçin qadê destûr nayê dayîn ku wesayît jî park bikin. Wesayîtên li otoparkên Taksîm, Şîşhane, Kabataş, Mecîdiyekoy, Şîşlî, Saraçhane, Qada Beşîktaşê û Dolmabahçeyê parkkirî bûn jî hatin rakirin. Hemû rêyên ku diçin Cadeya Îstîklalê û Taksîmê bi bariyerên polîsan hatin girtin. 
 
Qada Taksîmê jî beriya çend rojan bi bariyerên polîsan hate girtin û hate qedexekirin. 
  
Li aliyê din li Beşîktaş, Beyoglû, Şîşlî, Fatîh û Kadikoyê jî konteynirên çopî yên li ser cadeyan kevir û madeyên weke wî hatin rakirin. Li van deran destûr nedan ku wesayît û personelên şaredariyê jî bisekinin. 
 
Walîtiya Stenbolê, rêyên bejahî yên hatin girtin, guhertinên di veguhestina behr û rêyên hesînî û rêyên alternatîf aşkere kirin. Di rêyên bejahiyê de sînordarkirinan saet 04.00’an di veguhestina behr û rêyên hesînî de jî saet di 05.30’an de dest pê kir.