Ji bo meşa ber bi Taksîmê ve girse diherikin Parka Saraçhaneyê

  • 10:13 1 Gulan 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Ji bo 1’ê Gulanê Cejna Karkeran bi hezaran kes diherikin qadên Stenbolê. 
 
Yek ji navnîşanên 1’ê Gulanê Cejna Karkeran jî Stenbol e ku derdorên bindest daxwazên xwe bi dengekî bilind diqîrin. Pîrozbahî dest pê kirin. Jin, ciwan, nûnerên sendîkayan û partiyên siyasî tevî qedexeya walîtiyê û dorpêça polîsan jî ji bo pîrozbahiyê li Qada Taksîmê bi dirûşma “Ji bo debar û aştiyê azadî” ber bi Parka Saraçhaneyê ve dest bi meşê kirin. 
 
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), rêxistinên femînîst û ekolojîst ji saetên serê sibehê ve kortej bi kortej ji rawestgeha Yenîkapi Marmarayê ber bi Parka Saraçhaneyê ve bi girseyî dest bi meşê kirin. 
 
Girse kortej bi kortej diherikin qadê. 
 
Berfirehiya nûçeyê tê...