Hejmara Gulanê ya Newaya Jin derket

  • 10:32 1 Gulan 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara meha Gulanê ya Newaya Jin gihişt xwînerên xwe.
 
Hejmara 230’emîn a rojnameya jinan a mehane ku li Ewropayê tê weşandin, berxwedana jinên Kurd a li dijî êrîşên pergala kapîtalîst û dewleta Tirk, bi sernava “ev ax dê mehkûmî tarîtiyê nebe” di manşetê de hat nîşandan.
 
Geşedanên dawî yên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ên li Rojhilata Navîn, çareserî û qeyrana pergalê, weke amûreke şerê taybet Hûda-Par, encamên hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê yên ji bergeha jinan, cejna zimanê Kurdî, portreyên dayikên berxwedêr ên Kurdistan û cîhanê, 1'ê Gulanê, Şehîdên meha Gulanê û êrîşên li ser çapemeniya azad, mijarên sereke yên rojnameyê ne.