Polîsan êrişî sosyalistan kirin

  • 11:04 1 Gulan 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Rêxistinên jinan û saziyên şoreşger li taxên Okmeydani hatin gel hevdu û dirûşma "Qada 1'ê Gulanê Qada Taksîmê" meş li dar xistin. Di meşê de gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Alinterî û Kolektîfa Ekolojiyê ya Polenê ji bo pîrozkirina 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li Qada Taksîmê pîroz bikin, li Okmeydani ya Şîşliyê kom bûn. Li kolanan dirûşmên “Taksîm a me ya dê her ya me be” û “Bijî Yekê Gulanê” olan didin û pankarta “Li dijî xizaniyê serî hilde, xwe birêxistin bike, Bijî 1’ê Gulanê” hate hilgirtin. Polîsan li gelek noqteyan êrişî kesên dixwestin biçin Taksîmê kirin. Hinek kes bi lêdanê hatin binçavkirin. 
 
Partîzan û Ciwanên Demokratên Nû (YDG) jî li pêşiya Nexweşxaneya Dev û Diran a li Okmeydaniyê kom bûn û meş li dar xistin. Girseyê dirûşma “Her der Taksîm her der berxwedan” berz kir û bi pankarta “Xwe birêxistin bike em cîhanê ji binî ve hejînin” ber bi Qada Taksîmê ve meşiyan. Polîsan êrişî meşvanan kirin. 
 
Endamên Partiya Şoreşger jî xwest ji Okmeydaniyê ber bi Qada Taksîmê ve bimeşe û li noqteyên cuda kom bûn. 
 
Girse li noqteyên cuda tên gel hev û êrişên polîsan jî didomin. 
 
Têkoşîna li ser bingeha hevpar girîng e
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan jî tevî rêveberên partiyê û partiyiyan ji bo bimeşin Taksîmê hatin Saraçhaneyê. Tuncer li vir axivî û banga têkoşîna hevpar li hemû komên civakî kir. 
 
Tuncer, ev tişt anî ziman: “Îro 1’ê Gulanê ye. Em Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê pîroz dikin. Weke DEM Partiyê bi alîgirên xwe, bi girseya xwe, bi kedkar û xizanên kurd li gel çîna karker a Tirkiyeyê ji bo piştevaniya bi kedkarên Tirkiyeyê re li vê derê ne. Em baş dizanin ku heke em bikaribin bi rêya yekitî û têkoşîna karkeran, têkoşîna demokrasî û azadiyê bînin gel hev dê bikarin bingeheke xurt a têkoşînê ava bikin. 
  
Em ê wê demê bikarin xizanî, nelirêtî û zilma li ser kedkaran bi dawî bikin. Ji bo têkoşîna mafan a gelê kurd û têkoşîna kedkar, xizan û karkerên Tirkiyeyê li ser bingeheke hevpar bikin yek em ê di rojên pê de têkoşîna xwe mezintir bikin. 
  
Heke em bikarin karker, kedkar, kurd, elewî, ciwan û jinan li ser bingeheke xurt ê têkoşînê bînin gel hev, wê demê em ê bikarin xizanî û zilma heyî bi dawî bikin. Ez careke din bi vê wesîleyê roja kedkarên kurd, tirk, ereb, ermenên hatine Taksîmê pîroz dikim. Dê piştevaniya me bidome û têkoşîna me hevpar e.”