Li Îzmîrê çalakiya 1'ê Gulanê

  • 14:38 1 Gulan 2024
  • Rojane
ÎZMÎR - Li Îzmîrê kedkar li qada yekê Gulanê gihîştin hev û polîtîkayên şer û kedxwariyê şermezar kirin. Kedkaran gotin, "Serketin wê ya berxwedêran be."
 
Pîrozbahiya li Îzmîrê ji aliyê Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ve hate birêxistinkirin û li Qada Gundogdûyê pêk hat. Nûnerên partiyên siyasî, sendîka, rêxistinên civakî û rêxistinên pîşeyî serê sibehê li qadên Basmane, Lîman, Kolana Kibris Şehîtlerî û Qada Cûmhûriyetê li hev kom bûn û ji 4 baskan ve ber bi qadê meşiyan.
 
Di meşê de pankartên bi nivîsa "Ji bo karekî mirovane û jiyaneke mirovane bijî 1'ê Gulanê", "Ji 8'ê Adarê heta 1'ê Gulanê em bi raperîna jinê tên. Bijî 1'ê Gulanê", "Ji bo ked, edalet û azadiyê em li qadên 1'ê Gulanê ne" hatin hildan û dowîzên "Jin, Jiyan, Azadî", "Na ji şer û tecrîdê re", "Biryardariya li ser sosyalîzmê biryardariya li ser mirovbûyînê ye" û "Dawî li xizaniya jinan bê anîn" hatin hildan.
 
Di çalakiyê de ku bi hezaran kes tevlî bûn, govend hate gerandin. Piştî ku baskên meşê gihîştin qadê, mîtîngê destpê kir. Parlamenterên CHP, DEM Partî, Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Cemîl Tûgay û şaredarên navçeyê tevlî mîtîngê bûn.
 
Qisekeran diyar kirin ku ji bo dewleteke demokratîk, laîk, civakî û hiqûqî wê ji bo wekhevî û edalet û demokrasiyê bi israr û bi biryar têbikoşin.
 
Mîtîng piştî axaftinan bi konsera Mogolar bi dawî bû.