Peyama pîrozbahiyên 1'ê Gulanê: Em ê bi berxwedanê ser bikevin

  • 16:01 1 Gulan 2024
  • Ked/Aborî
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kedkarên ji bo pîrozkirina 1’ê Gulanê daketin qadan, anîn ziman ku budçe ji şer re tê xerckirin û ev bang kirin: “Divê gelên me ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, têkoşînê mezin bikin.”
 
Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê 1'ê Gulanê bi çalakî, daxuyanî û mîtîngan hat pêşwazîkirin. Di pêşwazikirinê de peyamên têkoşîna hevpar hat dayîn. 
 
Dêrsim
 
Di pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasî û sendîkayan de 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li Qada Seyît Riza hate pîrozkirin. Girseya ji karker, kedkar û sendîkavanan pêk dihat di saetên serê sibê de bi al û flamayên xwe li Kolana Hunerê ya cihê komkirinê bû hatin bahev. Hevşaredarên Dêrsimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak, rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên navend û navçeyê beşdar bûn. Girseya ku bi çepik û tilîliyan meşiya her tim dirûşmeyên “Her der berxwedan, her der Taksîm” , “Bi tenê xelasî nabe an bi hev re an jî ne yek ji me” , “Bijî berxwedana zindanan” , “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Di meşê de pankartên “Têkoşîna karkeran agirê şoreşê pê dixe” , “Ji bo ku weke mirovan bixebitin û bijîn em bibin yek” , “Wes bo Gulane” , “Li dijî şer, mêtîngerî û xizaniyê bijî 1’ê Gulanê” hate vekirin. Meş li Qada Seyît Riza ku dê 1’ê Gulanê lê were pîrozkirin bi dawî bû.
 
Li Qada Seyît Riza bername bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. 
 
Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanîstê (Egîtîm Sen) a Dêrsimê Mehmet Aşkin ê ewilî axivî wiha got: “Bi şer û pevçûnan, santralên nukleer, lêgerînên madenê yên bisiyanurê zirarê didin atmosferê û xwezaya me talan dikin. Fatoreya her krîzê li me tê birîn. Her serê sibê em ji rojeke ku bêkarî û xizanî zêde dibe re hişyar dibin. Ji her sê jinan yek bêkar e. Ji her 3 xebatkaran yek neqeydkirî tê xebitandin.”
  
Serokê Partiya Kedê (EMEP) yê Dêrsimê Ergîn Tekîn ku li ser navê Platfroma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê axivî, destnîşan kir ku budçeyên cemaweriyê ne ji perwerde û tenduristiyê re ji şer re tê xerckirin û wiha got: “Kapîtalîst û hikumetên wan qaşo dê zêdekirina mûçeyan enflasyonê zêde bike qebûl nakin, xerckirinên cemaweriyê kêm dikin û her ku diçe ji perwede û tenduristiyê re kêmtir budçeyê vediqetînin. Lê dema mesele bû biçekbûn devê kîsikî vedikin. Di biçekbûnê de sînoran nas nakin û budçeya şer zêde dikin.”
 
Ergîn, anî ziman ku ji bo pevçûnên li herêmê çêdibin bikaranîna baregehên leşkerî dîsa di rojevê de ye û wiha domand: “Têkildarî meseleya kurd tu gav nayên avêtin. Bi hev re jiyana gelan a wekhev tê astengkirin û polîtîkayên înkarê didomin. Di serî de çîna me ya karkeran ji bo çareseriya pirsgireka kurd divê ji her netewî gelên me ji bo çareseriya pirsgirêka kurd têkoşînê bilind bikin. Em li bajarekî ku herî zêde xizanî, birçîtî, bêkarî, koçberî û şer lê heye dijîn û li dijî hemû êrişan di serî de Dêrsim, li hemû welat û cîhanê em ê têkoşîna aştî, wekhevî, azadî, edalet û kedê bidomînin.”
  
Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan a pişt re axivî, kesên ji bo 1’ê Gulanê li Qada Taksîmê pîroz bikin li ber xwe dan silav kirin. Bîrsen, bi lêv kir ku ji bo hêviyê mezin bikin li qadan e, desthilat ji vê ditirse û got: “Li dijî şer, mêtîngerî û talanê Bijî 1’ê Gulanê.”
 
Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak jî ev tişt gotin: “4 Gulana 1937 roja ku fermana Qirkirina Dêrsimê hatiye nivîsîn e. Rojeke ku 40 hezar mirovên me hatin qetilkirin û kesên ketine rastî qirkirinê hatiye ye. Em li dijî bîranîna wan a ku dê di têkoşîna me de bijî bejna xwe ditewînin. Bila 1’ê Gulanê bibe wesîleya destûreke bingehîn a demokratîk, Tirkiyeyeke demokratîk ku hemû gel bi awayekî azad di nava aştiyeke mayînde de bijîn.”
 
Piştî axaftinan 1’ê Gulanê Cejna Karkeran bi gerandina govendê hate pîrozkirin. 
 
Dîlok 
 
Di pêşengtiya DÎSK, TTB, KESK, TMMOB, Platforma Jinan a Demokratîk a Dîlokê û TURK-ÎŞ’ê de pîrozbahiyên 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran hate lidarxistin. Hezaran welatî ji bo pîrozbahiyan berê xwe dan Qada Stasyonê. 
 
Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Dîlok û navçeyên wê û gelek endamên partiyên siyasî yên li bajar, bi kortejê meş li dar xistin û bi berzkirina dirûşmên “Bijî 1’ê Gulanê” û “Em ê bi berxwedanê ser bikevin” tev li mîtingê bûn. 
 
Di korteja DEM Partî û DBP’ê de pankartên “Bijî 1’ê Gulanê”, “Yan jiyanek azad, yan azadiyeke bi rumet” û “Dê her tişt bibe ya kedê” hatin vekirin. 
 
Girseya li Qada Stasyonê kom bûye ji berxwedêrên Qada Taksîmê re silav hate şandin. Qada mitîngê ya bi girseya kom bûye tije bûye bi rêzgirtinê dest pê kir. Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Lêkolînê (Egîtîm Sen) Omer Parlakçi axaftina vekirinê kir û piştre pêkhateya Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê axaftin kirin. 
 
Nûnerê Herêmê yê DÎSK’ê Alî Guducu di mitîngê de axivî û wiha got: “Wekî hemû maf û azadiyan, azadiya rêxistinbûnê, azadiya, sendîkayê û hemû azadiyên sereke ji hêla rejîma desthilatdar ve tên astengkirin. Em wek karker, kedkar piraniya vî welatî ne. Hilberînê em dikin, em dixebitin. Ji ber wê em ji çar aliyê welat ji bo jiyanekî birûmet li qadan in.” 
 
Di mitîngê de gelek caran dirûşmên “Ne ji sermayeyê re, ji kedkaran re bûdçe” û “Li dijî faşîzmê mil bi mil” hatin berzkirin. 
 
Berdevkê KESK’ê yê demê Îsmet Karatay jî destnîşan kir ku ew ji bo hemwelatiya hevpar, aştî, xwişk û biratiyê têdikoşin û ev tişt gotin: “Riya vê yekê jî ji têkoşîna hevpar derbas dibe. Em ji bo welatekî ku di nava rojê de keda wî nayê mêtin, ji bo şevên ku birçî neyê razandin, ji bo serweriya ked, wekhevî, azadî, demokrasî û laîktiyê em mil bidin milê hev.”
 
Mitîng bi strîna stranên koma mûzîkê ya ji dildarên Egîtîm Senê pêk hatiye û gerandina govendê bi dawî bû. 
 
Manîsa 
 
Mitînga 1’ê Gulanê ya bajar ji hêla Platforma Ked, Aştî û Demokrasiyê ve hat organîzekirin. Welatî li pêşiya Mizgefta Sultanê ya navçeya Yunusemre hatin gel hhev û heta Qada Cumhuriyetê ya Manîsayê meşiyan. Di meşê de pankartên “Ji bo destpêkeke nû ji bo kedê pêşeroj a me ye” û “Ji 8’ê Adarê ber bi 1’ê Gulanê ve em bi serhildana jinan tên” hatin hilgirtin. Gelek caran jî dirûşmên “Na ji şer re aştî a niha” û “Ev hêj destpêke têkoşîn dê bidome” hatin berzkirin. Bi tevlibûna sedan welatiyan li Qada Cumhuriyetê mitîng hat lidarxistin. Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Manîsayê Mehmet Ramazan li ser navê Komîteya Amadekar a Mitîngê axivî û wiha got: “Şer û pevçûn, santralên nukleerî, siyanur û gazên li xaka me tên belavkirin, xwezaya me tune dikin. Hejmara bêkaran gihişt 10 milyon kesan. Ev pergala xerab pergala me nîne. Em ji vê pergalê re dibêjin êdî bes e. Em dixwazin li welatekî ku kedxwarî lê nayê kirin, her kes bitemînat dixebite, her kes di şertên mirovane de dixebite û her kes wekhev, li welatekî aştî û xwişk-biratî lê serdest bijîn.” 
 
Mûgla 
 
Mitînga li Mûglayê jî ji hêla Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê ve hate organîzekirin. Gelek welatî li Cihê Bazarê yê Akyol a Muglayê kom bûn û ber bi Qada Sosyo Kulturel ve meşiyan. Di meşê de pankartên “Jiyan: bi xak, hewa, av û rojê re. Jiyana mirovane: Bi têkoşîna rêxistinkirî re” û “Em ê jiyaneke azad û wekhev ava bikin” hatin hilgirtin. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Bijî Yekê Gulanê”, “Hezar silav ji Taksîmê re têkoşîn dê bidome” û “Bijî piştevaniya çîniyê” hatin berzkirin. Her wiha ji girtiyên siyasî re silav hatin şandin. 
 
Di mitîngê de li ser navê komîteyê Berdevkê Demê yê KESK’ê Abîdîn Çelîk û nûnera cihê kar a Genel Îş’ê Ferîştah Kaşikçi axivîn. Di metna daxuyaniyê de hat gotin ku karker, kedkar, jin, ciwan û hemû kesên keda wan tê xwarin, yên xizan bûn û bindest xwedî wê hêzê ne ku pergala biguherînin û welatekî ku her kes tê de jiyaneke mirovane dijî ava bikin.