ROJEVA 02'Ê GULANA 2024'AN

  • 09:00 2 Gulan 2024
  • Rojev
 
* Girtiya nexweş Makbule Ozer ku bi malbata xwe re bi rêya telefonê axivî, peyama “Ez ê li berxwe bidim” daye. Keça wê Lorîn Ozer Yetîş jî destnîşan kir ku dema mijar kurd be pergala edaletê hildiweşe û bang Wezîrê Dadê kir ku girtiyên nexweş berdin. BI DÎMEN 
 
*Yek ji parêzerên doza Garê Îlke Işik da zanîn ku sê roj beriya komkujiyê Yakup Şahîn ê bombeyên zindî anîne ji aliyê dewlet- emniyeta Dîlokê ve hatiye guhdarkirin û got: “Gelek delîl û belge hene ku ev komkujî tenê ji aliyê DAIŞ’ê ve nehatiye kirin. Emniyeta Dîlokê bi parastina DAIŞ’ê peywira xwe kiriye.” DÎMEN HEYE
 
*Keyaya taxa Koperatîfan ya girêdayê navçeya Yenîşehîrê, Fatima Kantar, diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên taxê û bi taybet jî pirsgirêkên jinan bûye keya. BI DÎMEN 
 
*Namzeta DEM Partiyê ya hevşardariya Curnê Reş Garîp Yeşîl ku wê di 2’yê Hezîranê de dîsa biçin hilbijartinan axivî û got: “45 sal berê tevî feodalîzmê, îradeya şaredariyê ya pêşengiya jinan hatibû girtin em ê xwe ji xwe re wek mîrate bigirin.” DÎMEN HEYE
 
* Jinên ku tevlî pîrozbahiya 1'ê Gulanê bûn diyar kirin ku AKP ji bilî mirinê tiştekî nade jinan, lê jin jî dê her têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin. BI DÎMEN 
 
*Jinên ku ji bo pîrozbahiya 1'ê Gulanê li Qada Gundogdu kom bûn diyar kirin ku herî zêde jin ji newekheviyê bi bandor dibin û gotin: "Jin dê her tim li qadan li ber xwe bidin û ji bo azadiyê têbikoşin." BI DÎMEN