ROJEVA 03'YÊ GULANA 2024'AN

  • 09:00 3 Gulan 2024
  • Rojev
 
*"Jin ji zanistê dûr li dijî feraseta zanista serdest zanista civakî ya xwe û akademiyên xwe ava dike. Di riya ahlaqê civakî de xwe pêş dixîne. Bi tecrubeyan xwe pêk tîne. Sosyolojiya azadiyê pêş dikeve. Hişmendiyeke bi hezkirinê hevseng dibe pêş dikeve. Rihê hevkariya global a bi konfederalîzma demokratîk tê afirandin." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
* Rozerîn Yildiz ku du salan li nexweşanê têkoşîna jiyanê da di rojên borî de jiyana xwe ji dest da. Parêzera Rozerînê, Dîcle Sumer diyar kir ku tiştên tên jiyîn ji polîtîkayên şerê taybet serbixwe nîne. BI DÎMEN 
 
*Endama Lijneya Rêveberiya RUMUD'ê Zeynep Demîr Akçer derbarê xebatên Komeleya Rengarenk Umutlar û Akademiya Mafê Zarokan a Helîn Hasret Şen de axivî û got: “Em tenê fikr û nêrînên zarokan nadin xuyakirin. Em dixwazin bila zarok xwe wek kesayet xwe hîs bikin.” BI DÎMEN 
 
*Aktîvîsta TJA’yê Xecê Şen der barê kampanyaya TJA’yê ya bi dirûşma ‘Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve’ hatibû destpêkirin û di 8’ê Adarê de bi dawî bû de axivî û got di kampanyayê de herî zêde felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ û daxwaza ‘azadiyê’ derketiye pêş û got wê di pêvajoya pêş de têkoşîn bidome. BI DÎMEN