Xecê Şen: Bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ têkoşîn dewam e

  • 09:11 3 Gulan 2024
  • Rojane
 
 
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Aktîvîsta TJA’yê Xecê Şen der barê kampanyaya TJA’yê ya bi dirûşma ‘Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve’ hatibû destpêkirin û di 8’ê Adarê de bi dawî bû de axivî û got di kampanyayê de herî zêde felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ û daxwaza ‘azadiyê’ derketiye pêş û got wê di pêvajoya pêş de têkoşîn bidome.
 
Li her derê cîhanê tundiya li ser jinan roj bi roj giran dibe û rêxistin û têkoşîna jina jî li dijî vê mezin dibe. Tevgera Jinên Azad (TJA) di vê çarçoveyê de xebatên xwe dimeşîne. TJA’yê herî dawî bi dirûşmeya ‘’Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve’ di 15’ê Îona 2023'yan de li Rihayê kampanyaya xwe deklere kir. Di rojeva TJA’yê de çalakî, bername û atolye hatin meşandin. Kampanya di 8’ê Adarê de bidawî bû û rapora encama kampanyayê di 14’ê Nîsanê de li Nisêbîn a Mêrdînê hat aşkerakirin.
 
Aktîvîsta TJA’yê Xecê Şen der barê kampanyayê û pêvajoya pêş de axivî.
 
‘Armanca kampanyayê şikandina tecrîdê bû’
 
Xecê balkişand ser kampanyaya ku li Rihayê deklere kiribûn û got: “Armanca kampanyayê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û şikandina tecrîda li ser bû. Abdullah Ocalan 25 sal in li Îmraliyê tê girtin. Hevdîtinên malbat û parêzeran nayê kirin. Dema azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatiye. Di vî alî de me xebatên xwe meşandin. Me li her derê Kurdistanê atolye pêk anîn. Sernavên me tecrîd û têkoşîna li dijî polîtîkayên şer bû. Me got em çawa dikarin li dijî van polîtîkayan têbikoşin. Me got em çawa dikarin zîhniyeta serdet a mêr biguherin. Di vî alî de me bi mêran re bi berfirehî nîqaş kirin. Civînên xweser ên jinan û atolyeyên me pêk hatin. Li van deran xebatên bilindkirina hişmendiyê, rizgariya jinê, îdeoliya rizgariyê, rêgez, welatparêzî, têkoşîn, etîk-estetîk, mêr, guhertina mêr, teoriya qutbûnê hatin nîqaşkirin. Serkeftinek mezin jî hat bidestxistin.”
 
Xwedîderketineke cidî hebû
 
Xecê di berdewamiyê de balkişand ser xebatên hevpar ên bi jinên Tirkiye û Rojhilata Navîn re dimeşînin û ev tişt bi lêv kir: “Me bi Jin Bihevre Xurtin û platformên din ên jinan re bi salan xebat meşand. Em 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê jî wisa rêxistin dikin. Em bi hev re nîqaş dikin û xeta xwe ya çalakiyê ava dikin. Di alî kampanyaya me de jî ev wisa bû. Me li gelek deveran bi hev re xebat meşand. Gelek aktîvîstên TJA’yê di vê pêvajoyê de hatin binçavkirin. Komên jinan ên femînîst, tevgerên jinan û platformên jinan bi awayekî cidî xwedî lê derketin.”
 
‘Me di fînalê de rapor amade kir’
 
Xecê balkişand ser fînala kampanyayê û wiha pê de çû: “Me raporek amade kir. Me xebatên xwe pêşkêş kirin. Têkoşîna li dijî polîtîkayên şer, qirkirina jinê, xwezayê, tecrîdê û her cureyê tundiya li ser jinê, ji meşa azadiyê heta xebatên din hemû xebatên din ên giştî yên çalakiyan di çarçoveya kampanyayê de pêş ketin. Li girtîgehan grevên birçîbûnê hebûn. Me komxebat kirin. Me li Amed, Stenbol, Îzmîr û gelek bajarên din komxebat kir. Me panel pêk anîn. "
 
Pirsgirêkên ku jin dijîn
 
Xecê diyar kir ku di dema xebatan de pirsgirêkên herî zêde derketine holê tespît kirine û wiha bi lêv kir: “Tenê pirsgirêkek jinan tune ye. Gelek pirsgirêk hene. Ya herî girîng jî tundî ye. Li malê, li kolanê, li her qada jiyanê li hember jinan her cureyê tundiyê heye. Tundiya psîkolojîk, civakî, aborî. Polîtîkaya zext û binpêkirinê li hember jinan heye. Bêguman ev ji tecrîd û polîtîkayên şerê taybet jî serbixwe nîne. Yên herî zêde derketin pêş me ev bûn. Krîza aborî her diçe giran dibe. Ev dibe sedema karesatê. Krîz bandoreke mezin li ser jinan dike. Yek ji mijara girîng mirinên biguman ên jinan e. Hîna jî em sedemên van mirinan lêkolîn dikin. Di esasê de sedema wê heye. Polîtîkayên şerê taybet ên bi destê dewletê pêş dikeve ye. Dîsa pirsgirêka qirkirina çandî heye. Psîkolojiya biyanîkirina li dijî ziman û çandê roj bi roj zêde dibe. Di çarçoveya kampanya xwe de em li ser van mijaran hemûyan sekinîn û me xebata hişmendîkirinê meşand.” 
 
‘Encamnameya kampanyayê li Mêrdînê hat aşkerakirin’
 
Xecê di dawiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Tişta herî zêde balkişand bi têgeha ‘azadiyê’ jin jiyan azadî’ bû. Me felsefeya ‘jin jiyan azadî’ hem di kampanya xwe de hem di 8’ê Adarê û Newrozê de û her wiha di xebatên hilbijartinê de esas girt û me bersivek da zîhniyeta serdest a mêr. Ya bi ser ket felsefeya ‘jin jiyan azadî’ û jin bûn. Me bi fînala Nisêbînê dem qedand lê têkoşîn neqediya. Armanca me azadiya jinan û Birêz Ocalan e. Azadiya Birêz Ocalan di heman demê de azadiya Kurdan û jinên Rojhilata Navîn e. Wê têkoşîna me bi ‘jin jiyan azadî’ bidome. "