Derbarê mirina bi gûman a Meryemayê de lêpirsîn

  • 14:57 3 Gulan 2024
  • Rojane
 
BEDLÎS - Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê der barê Meryema Hasanogluya ku li Norşînê bi guman jiyana xwe ji dest da de lêpirsîn da destpêkirin.
 
Li Navçeya Norşîn a Bedlîsê, Meryema Hasanoglu ya 22 salî di 2'ê Gulanê de ji qata 5'an a avahiya ku lê dima ket xwarê û jiyana xwe ji dest da. Piştî mirina bi guman DEM Partiyê mijar anî meclisê û ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê ve lêpirsîn hat destpêkirin.
 
derbarê bûyerê de
 
Hate diyarkirin ku mêrê bi navê Tekîn Çelîk ê ku Meryemayê pê re bi "mahra melê" zewicî ye çawîşê pispor ê berê ye û li hevjîna xweya bi awayêfermî pê re hatiye zewicdandin û zarokên wê jî tundî kiriye. Hate diyarkirin ku kiryar ji ber tundî li Meryemayê kiriye demeke kin li girtîgehê jî hatiye ragirtin.
 
Hat destnîşankirin ku Meryema ji ber tundiya ku lê dihat kirin demekê çûye gel malbata xwe, kiryarê ku berî deh rojan ji zindana ku lê hatibû ragirtin derket, Meryema razî kiriye ku vegere malê. Hat ragihandin ku Meryema duh danê sibê piştî ku vegeriyaye navnîşana ku tundî lê hat kirin, ji qata pêncan a avahiya ku tê de bû ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.
 
Hate hînbûn ku gumanbarê sereke yê bûyera ku Meryema bi guman jiyana xwe ji dest da Tekîn Çelîk, telefonî polîsan kiriye û ragihandiye ku Meryema "întîhar kiriye", ekîbên tenduristiyê û polêsên ku hatine cihê bûyerê tespît kirine ku Meryema jiyana xwe ji dest daye û Cenazeyê wê ji bo otopsiyê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê.
 
Hevalên Meryemayê diyar kirin ku Meryama  peyama "min xilaskin" parve kiriye.