Xelata Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê dan rojnamevanên Filistînî

  • 15:07 3 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - UNESCO’yê Xelata Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê da hemû rojnamevanên Filistînî yên ku rewşa Xezaya ya ji şeş mehan zêdetir e ji ber şer wêran bûye dişopînin.
 
Serokê Jûriya Kedkarên Medyayê yê Navneteweyî Maûrîcîo Weîbelî got: “Di vê pêvajoyê de ku tarîtî û alozî serdest in, em dixwazin peyameke xurt a piştevanî û pîrozkirinê bidin rojnamegerên Filistînî yên ku tevî şert mercên xirab jî krîza li Filistînê dişopînin.”
 
Her wiha Weîbelî got: “Mirovahî ji ber wêrektî û dilsoziya wan a ji azadiya ragihandinê re minetdarê wan rojnamegeran e.” 
 
Dîrektorê Giştî yê UNESCO’yê Aûdrey Azoûlayî jî bal kişand ser girîngiya seferberiya kolektîf a rojnamegeran ku ji bo ku li her derê erk û berpirsiyariyên xwe yên agahiyên sereke û lêkolînê bi cih bînin bênvaber dixebitin.
 
Li gorî Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) ku navenda wê li New Yorkê ye, ji 7’ê Cotmehê ve heya niha ku ek destpêka şerê Îsraîl û Hamasê ye; 92 jê Filistînî herî kêm 97 rojnameger û kedkarên medyayê hatine kuştin û 16 jî birîndar bûne.