Çalakiya Emîne Şenyaşar didome: Em bibin hevkarê vê berxwedanê

  • 17:56 3 Gulan 2024
  • Rojane
ENQERE - Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek ku çû serdana Emîne Şenyaşar, banga ‘ji bo gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê berxwe didin. Em bibin hevkarê vê berxwedanê’ kir.
 
Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parêstvan û xizmên Parlamenterê berê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, bi Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar re nobeda xwe ya edaletê li ber Wezareta Edaletê di roja 92'î de dewam kir.
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek û endamên Platforma Jinan a Enqereyê çûn serdana malbata Şenyaşar.
 
‘Em bibin hevkarê vê têkoşînê’
 
Sînan Çîftyurek di serdanê de axivî û got malbata Şenyaşar tevî hemû zextan têkoşîna xwe didomîne û got: “Hiqûq û edeletê dixwazin. Tenê ji bo xwe naxwazin. Ji bo gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê berxwe didin. Em bibin hevkarê vê berxwedanê.”
 
Li ser navê Platforma Jinan a Enqereyê Neylan Solmaz Saçilik jî axivî û got divê wezareta dadê bersivê bide qêrîna Emîne Şenyaşar.
 
Platforma Jinan û Sînan Çîftyurek piştre çûn serdana Sevînç Çakir  ku kurê wê piştî darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an hatiye girtin ya  li ber wzareta dadê di çalakiya runiştinê ya roja 16’emîn de ye.
 
Emîne û kurê wê Ferît piştî çalakiyê derbasî meclîsê bûn.