ROJEVA 5'Ê GULANA 2024'AN

  • 09:00 5 Gulan 2024
  • Rojev
*Hunermenda grafîtî Neşe Toprak da zanîn ku li Amedê ji bo nasnameya jina Kurd, çand û huner derkeve pêş grafîtî dikin û got nivîs û xêzên li ser dîwarên Amedê  rêbazek serhildanek li dijî pergalê ye. DÎMEN HEYE
 
*Jinên ku di bazarê de axivîn, destnîşan kirin ku ew nikarin debara xwe bikin û gotin, “Dilê me biçe tiştekî jî em nikarin bistînin. Hemû tiştî biha kirine. Em di xaniyên kirê de dimînin. Her wiha fatureyên wek ceyran, av û gaza xwezayî jî hene. Li ser van hemûyan danûstandina malê jî heye. Lê em xwe nagihînin hemûyan. Sarincên malê vala dimînin. Mişk jî bikeve dolabê dê birçî bimîne. ” DÎMEN HEYE
 
*Sekretera Hiqûqî ya şaxa Hejmar 2 a Egîtîm Sen a Îzmîrê Fatma Çayir derbarê pêşnûmeya murferetaa nû de nirxandin kir û got di seranserê desthilatdariya AKP’ê de her wezîrê perwerdehiyê yê hatiye guherînek kiriye û ev rewş bûye wekê lîstikê. BI DÎMEN