Li Stenbolê serdegiritnên malan ên 1'ê Gulanê didomin

  • 13:10 5 Gulan 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Di serdegirtinên malan ên li Stenbolê de herî kêm 12 kes hatin binçavkirin. 
 
Pêla binçavkirinê ya li dijî karker û kedkarên di 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de li Stenbolê bi daxwaza çûna Qada Taksîmê ji Saraçhaneyê didomin. Îro jî di danê sibehê de polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de herî kêm 12 kesên ji xwînerên Kaldiraçê, Fealiyetên  Xwendekaran û endamên Tevgera Şoreşger hatin binçavkirin. Hat zanîn ku kesên binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê. Dibe ku hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.