Hevserokên DEM Partiyê serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrînê kirin

  • 16:43 5 Gulan 2024
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li Mêrdînê serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Mrêdînê kirin û  tev li pîrozbahiya Cejna Paskalyayê bûn. 
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê. Hevşaredar Devrîm Demîr û Ahmet Turk di serdanê de rewşa şaredariyê vegotin. 
 
Tulay Hatîmogûllari di serdanê got ku gel li benda xizmetê ye, dê çavkaniyan biafirînin û xizmeteke layiqî gel bikin.  Tuncer Bakirhan jî anî ziman ku qeyûm şaredarî di bin deynan de hiştiye lê ew ê vê pêvajoyê derbs bikin, pirsgirêkan çareser bikin û xizmeteke herî baş ji bo gel bikin. 
 
Tevli pîrozbahiya cejnê bûn
 
Hevserokên giştî û şandeya pê re piştre jî tevli pîrozbahiya Cejna Paskalyayê ya li Dêra Kirklarê bûn. Şande ji hêla Metropolît Mor Fîloksînos Salîba Ozmen, Serekkeşe Horî Gabrîel Akyuz û welatiyan ve hate pêşwazîkirin û Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin. 
 
Salîba di serdanê de wiha got: “Hemû mirov binirxin û xwişk-bira ne. Ji bo parastina mirovahiyê pêdiviya me bi hev heye. Divê em bi destên hev bigirin û ji hev re bibin alîkar. Dinya ya me tevan e. Hem bihûşt hem jî dojek di dilê mirov de ye. Heke mirov baş be, xweşik be bihûştê dijî. Berevajî wê jî dojehê dijî. Mirov, di cewhera xwe de baş e. Zindiyeke bihêz e. Dikare bi îradeya xwe cewhera xwe biparêze.” 
 
Tulayê jî hêvî kir ku Cejna Paskalyayê bibe wesîleya xurtkirina xwişk-biratiyê û ev tişt anî ziman: “Şerê li herêma me bi dawî nabe. Lewma daxwaza me ya sereke aştî ye. Em dikarin herêmeke ku em bikarin bawerî û taetê xwe lê azad dijîn ava bikin. DEM Partî ji bo aştiya vê xakê hewl dide.” 
 
Tuncer jî Cejna Paskalyayê pîroz kir û wiha got: “Divê her nasname bikare azad bijî. Ez dizanim ku dê rojekê nêz de em ê li vê xakê bi awayekî azad bijîn.”
 
Hevserokên giştî û rêberên cemaeta suryan piştre jî hêkên Paskalyayê li hev xistin.