ROJEVA 6'Ê GULANA 2024'AN

  • 09:00 6 Gulan 2024
  • Rojev
 
*Rewşa aborî ku bandor li her qadê kiriye welatiyan li bazarê jî dide zorê. Jinên ku ji bo dan û standina hefteyî diçin bazaran destvala vedigerin. Jinan bi gotinên ‘xizan dimrin, dewlemend hîn bêtir dewlemend dibin’ bertek nîşanî polîtîka aboriyê dan. DÎMEN HEYE
 
*Li Baxçeyên Horhor yên bi hezaran salî ku li kontarên Keleha Wanê ne bi dehan dar hatin birîn û baxçe veguhestine sergo. Keleh û derdora wê ku ji aliyê gelek şaristaniyan ve hatiye bikaranîn, tevî ku di asta yekemîn de qada sîtê ye jî bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ne. DÎMEN HEYE