Xwebûn bi manşeta 'Hiqûqa dijminantiyê' derket

  • 09:05 6 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 229’an a Rojnameya Xwebûn bi manşeta “Hiqûqa dijminantiyê” derket û bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên li dijî girtiyên siyasî ku berdana wan her tim taloq dikin. 
 
Rojnameya Xwebûn ku hefteyê rojekê dertê, vê hefteyê bi manşeta “Hiquqa Dijminantiyê” bal kişand ser polîtikayên dewletê ku Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgehan li şûna dadgehan biryarê dide û berdana girtiyan taloq dikin. Rojnameyê têkildarî polîtîkayên cezakirinê berfireh cih da nirxandinên Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn. 
 
Rojnameyê bi surmanşeta “PDK li pey provokasyonê ye” jî cih da nivîsa Nivîskar Felemez Ulug. Rojnameyê bi sernavê “Jenosîdê Dêrsimî bêro naskerdene” cih da analîza der barê komkujiya Dêrsimê de û bal kişand ser 87’emîn salvegera komkujiya li Dêrsimê ku hêj wekî îro zindî ye.
 
Rojnameyê di rûpela Jinê de jî bi sernavê “Çapemeniya azad hêmanên civakê ye” cih da nivîsa Nivîskar Adar Gulan. Gulan di nivîsê de diyar dike ku bersivdayîna herî rast a li dijî êrîşên li hemberî Çapemeniya Azad a Kurd bilindkirina ala ragihandinê ye.