MKG ve DFG: Çapemeniya azad hedef hatiye girtin

  • 13:17 6 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - MKG û DFG’ê der barê binçavkirina rojnameger Derya Ûs û Nurcan Yalçin de daxuyaniyek dan û bi bîr xistin ku di 2 salên dawî de 40 xebatkarên çapemeniyê hatine girtin û wiha gotin: “Her ku şer, xizanî, krîz û bêhiqûqî kûr dibe, rojnamegerên ku rastiyan nîşan didin û dengê gel didin bihîstin dixwazin dengê wan qut bikin û gotin, “Rojnamegerî ne sûc e."
 
Komeleya  Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) der barê rojnameger Derya Ûs û Nurcan Yalçin ên danê sibehê di serdegirtina malan de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatin binçavkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
 
'Dixwazin rojnamegeran bêdeng bikin'
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG)di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku operasyonên bi hinceta xebatên rojnamegeriyê asteng bikin berdewam dikin û ev tişt hatin gotin: “Çapemeniya Azad dîsa bû hedefa operasyoneke nû ya binçavkirinê. Îro danê sibehê di serdegirtina malan de 2 rojnamegerên jin Nurcan Yalçin û Derya Ûs hatin binçavkirin. Her ku şer, xizanî, krîz û bêhiqûqî kûr dibe, rojnamegerên ku rastiyê radigihînin û dibin dengê gel hedef tên girtin. Em careke din tekez dikin ku em binçavkirina hevalên xwe yên rojnameger wekî astengiya ragihandina rastiyê dibînin.”
 
'Em ê rastiyan ragihînin'
 
Weke rojnamegerên jin em dest ji israra xwe ya gihandina rastiyan a ji raya giştî re bernadin û li hemberî zext û binçavkirinan, paşve gavê navêjin. Em bang dikin ku demildest Esra Solîn Dal a ku di rojên borî hatiye girtin û di lêgerîna tazî lê hatiye kirin,Nurcan Yalçin û Derya Ûs ên îro hatine binçavkirin, demildest werin berdan û em careke din dibêjin, “Rojnamegerî ne sûc e.”
 
Zextên li ser çapemeniyê zêde bûne
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), têkildarî serdagirtinên li Amedê û binçavkirina rojnameger Nûrcan Yalçin û Derya Ûs daxuyanî da û wiha got: “Her çiqas sedema binçavkirinê ji hêla midûriyeta polîsan ve nehatine aşkerekirin jî em dizanin ku ev operasyon bi armanca krîmînalîzekirina pîşeya me hatiye kirin. Desthilata AKP-MHP’ê di salên dawî de zextên ser çapemeniyê zêde kirine teybetî jî her ku diçe tacîza darazê ya ser çapemeniya kurd zêdetir dike. 
 
Di daxuyaniyê de hat bi bîrxistin ku di demekî nêz de di çarçoveya lêpirsînekî Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Asltan û rojnameger Erdogan Alayûmût hatine binçavkirin û ev tişt hatin gotin: “Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û rojnameger Erdogan Alayûmat li dadgeha ku hatin darizandin ji ber nûçeyên ku çêkirine û bi raya giştî re parvekirine hatin girtin û ew avêtin girtîgehê. Di ketina girtîgehê de li ser Esra Solîn Dalê lêgerîna tazî hat ferzkirin û hê jî di hucreya yek kesî de tê ragirtin.
 
‘Dizwazin rojnamegeran bêdeng bikin’
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin  ku di nava 2 salên dawî de herî kêm 40 kedkarên Çapemeniya Azad hatine girtin û wiha hat gotin: “Ev operasyon jî bi vê armancê pêk hatiye. Tê xwestin rojnamegerên kurd bêdeng bikin û nehêlin pîşeya xwe pêk bînin. Li gel hemû zext û êrişan jî rojnamegerên kurd dest ji nivîsandina rastî û heqîqetê bernedan û dê ji vir şûn de jî li ber xwe bidin. Bi boneya ji gel re heqîqet bê ragihandin û hevalên me yên rojnameger ji girtîgehê bên berdan têkoşîna me dê her bidome. Em ji bo di nava hevkariyeke mezin û berfireh de xwedî li rojnamegeriyê derkevin bang li hemû rêxistinên pîşeyî û hempîşeyên xwe yên rojnameger dikin! Rojnamegerî ne suc e. Rojnamegeran berdin!”