Meclisa Jinan a SES'ê: Divê ji bo pîrikan qanûn bê derxistin

  • 15:07 6 Gulan 2024
  • Ked/Aborî
 
AMED - Meclisa Jinan a SES'ê ya Amedê, di daxuyaniya xwe ya bi boneya Roja Pîrêkan de, daxwaza pêkanîna polîtîkayên ku îtibara pîşeyî zêde bike kir.
 
Meclisa Jinan a Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) a Amedê bi wesîleya 5'ê Gulanê Roja Pîrikan a Cîhanê li ber Nexweşxaneya Jineolojî û Zarokan daxuyanî da. Di daxuyaniya ku  tê de pankarta bi dirûşma“Ji nefesa yekem heta nefesa dawî Pîrik ji bo jiyanê li her derê ne" hat vekirin de gelek xebatkarên tenduristiyê amade bûn. Sekretera Jinan a Şaxa SES'ê ya Amedê Îlknur Ayik metna çapemeniyê ya têkildarî wate û girîngiya rojê  xwend.
 
'Her sal 287 hezar jin di dema welidînê de jiyana xwe ji dest didin'
 
Îlknur pirsgirêkên ku weke xebatkarên tenduristiyê dijîn vegot û diyar kir ku ev pirsgirêk nayên çareserkirin. Îlknurê, anî ziman ku pîşeya wan ji bo tenduristiya gel girîng e, der barê dayikên dema di welidin û zarokên ku di dema jidayikbûnê de dimirin jî wiha got: “Li seranserê cîhanê li piraniya herêman rêjeya mirina dayikan naguhere û girantir dibe. Li cîhanê her sal 287 hezar jin di dema welidînê de dimirin, 2,4 mîlyon zarokên nû ji dayik dibin dimirin û 2,2 mîlyon jî mirî tên dinê û ev dikarin ji aliyê pîrikan ve bên astengkirin.
 
'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'
 
Îlknur, diyar kir ku nebûna qanûna pîrikan bandoreke neyînî li wan dike û wiha got: “Weke kesên ku qîmeta pîşe û pirsgirêkên pîşeyê herî baş dizanin, heta pirsgirêkên me çareser bibin em ê dengê xwe bilind bikin. Ev dengê xurt ku me di 5’ê Gulanê de bilind kir, wê piştî 6’ê Gulanê jî bênavber berdewam bike. Em daxwaza mûçeyek dikin ku têra debara me bike û di ser sînorê xizaniyê re be. Em ji bo van daxwazên xwe û dermankirineke ewle bi sendîkaya xwe SES'ê re têkoşîna xwe bikdomînin."