3 meh ên din jî hevdîtina malbatê li Abdullah Ocalan qedexe kirin

  • 10:14 7 Gulan 2024
  • Rojane
 
 
STENBOL - Bi hinceta "Cezayê disiplînê" 3 mehê din jî cezayê qedexekirina hevdîtinê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat birîn ku 38 meh int u agahî jê nayê girtin. 
 
Li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmraliyê de û 38 meh in tu agahî ji wan nayê girtin 3 mehên din jî qedexekirina hevdîtinê hat birîn. 
 
Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê, serlêdana parêzeran û malbatan a ji bo hevdîtinê bersivand. Dadgeriyê diyar kir ku di 28'ê Adarê de Serokatiya Lijneya Disiplînê "cezayê disiplînê" li Abdullah Ocalan biriye. Hat hînkirin ku biryara di 12'ê nîsanê de teqez bûye. 
 
Parêzeran ragihand ku pêvajo bêyî wan hatiye meşandin û di 26'ê Nîsanê de serlêdan kirine ku biryar tevî dosye û delîlan radestî wan bê kirin. Lê belê serlêdana wan hat redkirin. Her wiha îtiraza parêzeran a ji bo biryara "cezayê disiplînê" jî hat redkirin. 
 
38 meh in bi tu awayî agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê nayê girtin.