Li dijî tecrîdê li Qamişloyê meş

  • 14:14 7 Gulan 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Qamişlo bi sedan jin dijî tecrîdê meşiyan û soza bilindkirina têkoşînê da.
 
Rêxistina Kongra Star a bajarê Qamişlo, dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abddullah Ocalan, meşek li dar xist. Meş ji pêşiya Dermanxaneya Deham a li taxa Kurnîş dest pê kir û heya Çerxerêya Kawayê Hêsinkar a  li heman taxê dom kir. Bi sedan jinên ku endamên sazî û dezgên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî di navan de hebûn, beşdarî meşê bûn.
 
Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin bilindkirin û dirûşmeyên wekî, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana Îmraliyê”, “Bijî berxwedana zîndanan” û “Kujer Erdogan” hatin berzkirin.
 
Piştî meşê li Çerxerêya Kawayê Hêsinkar ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin û axaftin hat kirin.
 
Endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo diyar kir ku ew wek jinên Rojavayê Kurdistanê û Bakûr û Rojhilatê Suryeyê berxwedana Abdullah Ocalan silav dikin. Şîraz Hemo got: “Şerê li Îmraliyê şerê keramet û hebûna me ye, lewma em ê jî dijî tecrîdê têkoşîna xwe bilind bikin.”
 
Şîraz Hemo bal kişand ser têkoşîna jinan a li dijî tecrîdê û da zanîn ku komploya li dijî Abdullah Ocalan bi pêşengiya jinan vala hatiye derxistin.
 
Şîraz Hemo da zanîn ku di krîza li Rojhilata Navîn de mifteya çareseriyê fikir û felsefeya Abdullah Ocalan e.
 
Çalakî bi dirûşmeyên, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana Îmraliye” û “Jin jiyan azadî” bidawî bû.