Li Liegeyê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
- 12:13 16 Gulan 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Liegeyê bi pêşengiya Meclisa Şehit Ronahi û Meclîsa Giştî ya Liege 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin.
Komiteya Benelûks a Pena Kurd li Liegeyê bi piştgiriya Meclisa Şehit Ronahi û Meclîsa Giştî ya Liege 15’ê Gulanê Cejna zimanê Kurdî pîroz kir.
Di şahiyê de ku bi deqeyek rêzgirtinê hat destpêkirin, panel hat lidarxistin.
Panela ku ji aliyê Evîn Adîn ve hat rêvebirin, bi xwendina peyama pîrozbahiyê ya Navenda PENa Kurd destpê kir.
Nivîskar û Berdevka Komîteya Benelûksê ya PENa Kurd Rengîn Kardelen û rojnamevan Mazhar Gunbat di panelê de axivîn.
Mazhar Gunbat, ji dîrokê heta roja îro merheleyên zimanê Kurdî vegot. Rengîn Kardelen bal kişand ser giringiya pedogojiyê ya di fêrbûna ziman de.
Di şahiyê de hunermend Bermal Çem, Hemîd Ûrmiye, Sûltan Botan, Seîd Serhed, Mazlûm Kantekîn, Dengbêj Xecê û Koma Zarokan derketin ser dikê û bi stranên xwe cejna zimanê Kurdî pîroz kirin. Şahî heta derengiya şevê berdewam kir.