Îdianameya der barê rojnamegeran de hat qebûlkirin

  • 17:44 31 Cotmeh 2024
  • Rojane
ÎZMÎR - Îdianameya der barê nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê Semra Turan û Tolga Guney de hatibûn amadekirin hatin qebûlkirin. Hepsa malê û şerta kontrola edlî didome.
 
Di 13’ê Sibatê de li Îzmîrê di serdegirtina maland e nûçegîhana me Melîke Aydin, nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan, Tolga Guney û Delal Akyuz, nûçegîhana Gazete Duvar Cîhan Başakçioglu û xebatkara çapemeniyê ya DEM Partiyê Funda Akbulut hatibûn binçavkirin.Der barê Melîke, Semra, Funda, Tolga û Delalê de biryara hepsa malê hatibû dayîn. Semra piştre bi şerta kontrola edlî hatibû berdan. Der barê Melîke, Semra û Tolga de îdianameya hat amadekirin ji aliyê 13’emîn Dadgeha Ceza Giran a Îzmîrê ve hat qebûlkirin.