Li jina ku hikûmet rexne kir cezayê girtîgeh hat birîn
- 19:43 31 Cotmeh 2024
- Rojane
ÎZMÎR - Dîlruba Kayserîlîoglu ku di roportaja kolanê de rexne kiribû, hat darizandin û cezayê girtîgehê lê hat birîn. Dîlrubayê der barê biryarê de got : “Ez ne poşmanim, bila her kes biaxive.”
Li Îzmîrê jina bi navê Dîlruba Kayserîlîoglu ji ber gotinên xwe yên di roportaja kolanê de ji sûcê ‘gel tahrîkê kîn û dijminahiyê dike’ 12’ê tebaxê de hat girtin, 17 rojan şûnde hat tahliyekirin. Ji doza ku Dîlruba dihat darizandin biryar derket.
Runiştin li 62’emîn dadgeha ceza Asliyeyê ya Îzmîr a Bayrakliyê hat dîtin. Dîlruba û parêzerên xwe tevli bûn. Piştî navber dan runiştinê biryar aşkerakirin. Dadgehê ji ‘hqeret li serokomar kiriye’ 11 meh 20 roj cezayê girtîghê da Dîlrubayê û qedexeya derketina derve hat rakirin.
Dîlrubayê piştî dozê axivî û da zanîn ku ew di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de axiviye û got: “Ez ne poşmanim. Bila her kes biaxive.”