Li rojnamegeran cezayê şermezarkirin hat birîn
- 15:33 31 Cotmeh 2024
- Hiqûq
STENBOL - Li 6 rojnamegerên jin ên dema ji bo hempîşeyên xwe yên hatine girtin çalakî li dar dixistin bi lêdanê hatibûn binçavkirin, 5 meh cezayê hefsê hate birîn.
Rojnameger Serpîl Unal, Yadîgar Aygun, Pinar Gayip, Eylem Nazlier, Zeynep Kuray û Esra Soybîr ji bo protestokirina operasyonên binçavkirinê yên li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad, di 29’ê nîsana 2023’yan de li Kadikoy a Stenbolê hatin gel hev û xwestin çalakiyê li dar bixin. Lê rastî êrişa polîsan hatin û bi lêdanê hatin binçavkirin. Li rojnamegeran doz hate vekirin û danişîna doza wan li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Edliyeya Anatoliyayê hate lidarxistin. Rojnameger bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna civîn, meş û xwepêşandanan” tên darizandin. Ji rojnamegeran Yadîgar Aygun û parêzerên Komeleya Medya û Xebatên Hiqûqî (MLSA) yê tev li bûn.
Dozgerê ku di danişîna berê de mutalaaya xwe dabû, xwest rojnameger ji ber sedema “Tevî hemû hişyariyan çalakiya xwe bi dawî nekirin” bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna civîn, meş û xwepêşandanan” bên cezakirin.
Şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û li her 6 rojnamegeran 5 meh cezayê hefsê birî. Dadgehê biryar da ku ceza were taloqkirin. Her wiha dadgehê bi hinceta ku rojnameger Serpîl Unal di pêvajoya venêrînê de bû, cezayê pereyê edlî lê birî.