Li Berlînê ji bo Werîşe Mûradî û girtiyên siyasî greva birçîbûnê
- 22:00 31 Cotmeh 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya KJAR’ê ya Berlînê ji bo Werîşe Mûradî ku li Îranê cezayekî dirêj û cezayê îdamê lê hatiye birîn û girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kir.
Li paytexta Berlîn a Almanyayê, Komîteya Berlînê ya Koma Jinên Azad ên Kurdistanê (KJAR), di şexsê endama KJAR’ê Werîle Mûradî de ji bo ku balê bikişînin ser rewşa girtiyên siyasî, dengê wan bigihînin raya giştî ya navneteweyî û bi daxwaza dawîlêanîna cezayên darvekirinê, başkirina şert û mercên girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya du rojî kir.
Komîteya KJAR’ê ya Berlînê, bi rêya greva birçîbûnê peyama giringiya têkoşîna hevpar a ji bo mafê jin, girtiyên siyasî û parazvanên mafên mirovan dan.