'Em destûrê nadin ku vîna me bê xespkirin'

  • 10:52 31 Cotmeh 2024
  • Ramyarî
 
ENQERE -Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî qeyûmê ku li şûna Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer hatiye tayînkirin banga têkoşînê kir û got,"Em destûrê nadin ku vîna me bê xespkirin."
 
Bertekên gelek sazî û partiyan ên li dijî girtina şaredarê Esenyurta Stenbolê  Ahmet Ozer û tayînkirina qeyûmê  dewam dikin, Meclîsa Jinan a DEM Partiyê jî têkildarî bûyerê daxuyaniyek da.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin “Ahmet Ozer şaredarekî ku bi vîna jin, ciwan û gel hatiye hilbijartin e. Banga me ji bo hemû jin, rêxistin û platformên jinan ên li dijî vê zîhniyeta ku îradeya gel tasfiye dike û polîtîkaya qeyûm didomîne. Werin em bi hev re îradeya xwe bi gotina rawestin biparêzin û destûrê nedin îqtîdara qeyûman. Werin em bi hev re bi vîna jinê jiyaneke nû ava bikin. Bi organîzekirina serhildana me ya li qadan û kolanan werin em nehêlin ku ji Colemêrg heta Esenyurtê îradeya me bê desteserkirin."