
Li Peyas hilberîna Jinan
- 11:36 8 Tebax 2025
- Rojane
AMED - Bacanên li bostanê ku bi hevkariya Gerînendetiya Park û Baxçeyan û Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê hatin çandin, hatin komkirin. Berhemên ku bi hewldana hevpar hatin çandin, ji aliyê jinan ve bo hişkkirinê hatin amadekirin û wê di rojên pêş de di çalakiya “Hevdîtina Keda Jinan” de cih bigirin.
Bacanên di bostanê li Qada Serayê şaredariyê bi hevkariya Gerînendetiya Park û Baxçeyan û Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan hatin çandin, hatin berhevkirin. Berhemên ku ji aliyê Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar, endamên meclîsa şaredariyê, alîkarên hevserokan û jinan ve hatin komkirin, bo hişkkirinê hatin amadekirin.
Berhem wê di çalakiya “Hevdîtina Keda Jinan” de cih bigirin
Berhemên hişkkirî wê ji aliyê şaredariyê ve di rojên pêş de di çalakiya “Hevdîtina Keda Jinan” de ku wê li parkan bê lidarxistin, ji bo firotinê bêne pêşkêşkirin. Dahata ku ji firotinê bê bidestxistin, wê ji malbatên jinên ku di vê xebatê de cih girtine re be.